Pirtûkeke çîrokan a ji bo zarokan bi navê “Asmîn” derket. Pirtûka ku ji aliyê Faîk Ocal ve hatiye nivîsandin, ji Weşanên Sîtavê derket.
Asmîn navê karaktera pirtûka Faîk Ocal e. Di pirtûkê de 24 serpêhatiyên Asmînê hene û xwendevan dikevin dû serpêhatiyên Asmînê.
Asmîn keçikeke azad û dilsoz e. Dixwaze xwe û xwendevanan hînî xwebûn û cihêwazbûnê bike. Ew, keçîkeke biçûk û meraqdar e. Asmîn bi ajalên mîna dîk, berxik, karik, kûçik, perperîk, golik, morî, cehşik, kosî, pîrhevok, legleg, gogerçîn, kurmik, cewrik, gur, rovî, çûçik, werdek, pepûk, kew, qulingê re dipeyive û alîkariyê bi wan re dike.
Asmîn hem li xwe digere hem jî tiştên nû hînî xwendevanan dike. Ew, di navbera xwe û ajalan de zimanekî nû, gerdûneke fantastîk diafirîne. Bi ger û serpêhatiyên xwe re zarokê di hundirê mirovan de şiyar dike.
Asmîn, hevala zarokên 7-12 salî ye û li benda hevalên xwe ye.
Faîk Ocal kî ye?
Nivîskar Faîk Ocal sala 1978'an li Bêsnî ya Semsûrê hatiye dinê. Dibistana serete li gund, ya navîn û lîse jî li navçeya Bêsnî xwendiye. Wî li Zanîngeha Cumhûriyetê ya Sêwasê beşa civaknasî qedandiye.
Berî niha bi navê “101 çîrokên kurdî” û “101 romanên kurdî” (du cild) du pirtûkên wî bi kurdî derketibûn. Niha pirtûkek din li van zêde kir. Ji bilî van hin pirtûkên wî bi tirkî jî derketine.
NAVENDA NÛÇEYAN