OSMAN KAPAN
Ji gulîyên kur
Awazên bêrî yê dirêsim
Ku hemû li ber teşî ya
Dayîên me hatiye honandin
Tofanên Kurdî
liba dikin dayîkên me
û tovên beroj
li qeraxên çeman
zîl dan
hilkişiyan bi jora çiyan ve
ji wir
xwe berdane deştê
wekî fêkiyê avgir
ew kirasên rengo rengo
ji me xeyîdîn
gulên li ser wan çilmisîn
tev melul bûn
ji êşa şewat
êdî kul dimêhtin
çuxê me boyax nedigirt
şal û şapik jî sêwî man
teşiyên dayîkan
êdî ne dirêst benên çûx
teşî xeyîdîn
ji dêvla çûx
êş di rêstin
zêmar dihonan
Çaroxên bapîrên me
Ji çermê ga bûn
Ew jî li ber bayê demê ketin
Bê ben man
Ji derdê teşiyê
Li ber bayê beyaniyên me
Kewên nikisor
Naxxwînin bi berbangê re
Sil bûne wekî çêlîsuskan
Bapîrên me
Di şerê têkçûnê de şikestin
Di ricfa tirsê de
Hêvî ya bavan nema
Me li qeraxan aj da
Bûne zarokên agir û axê
Tola baapîr û bavan
Û bûne şahidê dîroka wenda
Êş û azar bû para me
Em bi wan teşiyên ko
Ku dayîkan di qul û qewêran de veşartî
Ji nû ve dîrokê dirêsin
Li ser hîmê vejînê
Em li ber tîrêjên rojê afirîn
Di kurika Kawa de bi şêwe
Û bi sinda Apo yî hatine kutan
Dema me ji qeraxan xwe bi jor ve hilda
Me zanîbû notivan kêmin ji van çiyan
Lê valahiya deştê mirin bû
Kemîn vedabûn
Li ber lîstik û kevneşopiyên me
Keftar û gurên boz
Kuç ne mabû li ser kuç
Tirb li çiyayê Agirî!
Dora ziman bû
Jê û pê ve tune bûn
Dema vegerê bû
Rojeke germ
Sal 1984,meh Tebax,roj panzdeh
Me dîlana tolhildanê li dar xist
Li lutkeya çiyan
Û mane li benda şevê
Rojê kiras guhart
Em keti rê Şemzînan û Dihê di xewa tisê de
Zarok bi tisa romê radizandin
Em meşiyan ber bi qeraxan ve
Dilê gel şad bû,bi guleya pêşî
Tirs ji çavên zaroka firiya
Tirs bû ricfa dilê dijmin
Li wir dest pê kir çîroka pakrewaniya me
Çîrok didome,dê bidome….