Banga li dijî talana li Kurdistanê

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 00:11

Mêtingeriya Tirk li şerê qirkirinê ne tenê dijî gelê Kurd, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û gelê Kurd her wiha dijî sirişta Kurdistanê jî didomîne. Artêşa Tirk a dagirker li Besta, Cudî, Gabar,Cilênimêja û Komatê ya Şirnexê daristanan qir dike. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dijî vê qirkirinê bang kir û got ew ê dijî vê talan û qirkirina Tik zêdetir dengê xwe derxin. Yekîtiya Ekolojiyê ragihand ku ew ê 28’ê Tîrmehê li Şirnexê bin.

Dijî talan û qirkirina artêşa Tirk a dagirker a li çiyayên Kurdistanê helwest nîşan da. Bi destê artêşa Tirk dijminatiyê li sirişta Kurdistanê tê kirin. Artêşa Tirk li Besta, Cudî, Gabar, Cilênimêja û Komatê yê girêdayî Şirnexê daristanan dişewitîne. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî birîna daran a li Şirnexê bang li herkesê ku li dijî qirkirina xwezayê disekine kiribû ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê bin. Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz ê bersiva vê bangê da, ji hemû pêkhateyên xwe xwest ku bersiva vê bangê bidin û got: “Em ê têkildarî talana li bajarên Kurdan zêdetir gotinan bibêjin.” 

Jiholêrakirina daristanan a ji aliyê leşker û cerdevanan ve ya ji ber ewlekariyê, rêxistinên ekolojiyê li dijî texrîbkirina eko-sîstemê bi dirûşma “Li dijî qirkirina xwezayê bisekine” li hev civand. Rêxistinên ekolojiyê piştgirî dan banga Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ku wê 28’ê tîrmehê li bajêr bicivin. Yekîtiya Ekolojiyê ku gelek rêxistinên ekolojiyê jî di nav de ye ragihand ku ji bo rawestandina qirkirina ekolojiyê ew ê li bajêr bin. 

Artêşa Tirk daristanan ji holê radike

Hevberdevkê Yekitiya Ekolojiyê Suleyman Eryilmaz banga ji bo Şirnexê hate kirin û yekîtiya têkoşîna tevgerên ekolojiyê nirxand û bi bîr xist ku ev 3 sal in li herêmê birîna daran a bê navber heye û anî ziman ku di encama vê birînê de ji sedî 8’ê daristanan ji holê rabûye. Eryilmaz, diyar kir ku dema dîmenên peykê yên Çiyayê Cûdî yên di navbera 2013’an û 2023’yan de danîn ber hev tê dîtin ku daristan ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Ev yek jî dide nîşandan ku qirkirina ekolojiyê pêk hatiye. Bi awayekî aşkere daristanan ji holê radikin û daran li kamyonan bar dikin û dibin. Tevî hemû îtîrazan jî guhên xwe nadin û dikin. Qirkirina ekolojiyê bi zirara bêveger tê pênasekirin. Ev tê wateya ji holê rabûna ekosîstemê. Tişta ku li Şirnexê îro tê jiyîn ev e.”

Gelê Kurd ne tenê ye

Eryilmaz, bal kişand ku li ser bêdengiya Tirkiyeyê ya li dijî qirkirina ekolojiyê rexneyeke mafdar heye û wiha domand: “Me biryar da ku qirkirina ekolojîk a li bajarên kurdan wê bibe karê sereke yê Yekitiya Ekolojiyê. Dû re piştî şewata li Amedê derket em çûn herêmê û me raporek nivîsand. Em ê ji niha û şunde têkildarî talana li bajarên kurdan zêdetir gotinan bibênin. Em ê destûrê nedin ku gelê Kurd xwe bi tenê hîs bike. Heta ku em vê pêbaweriyê ji holê rakin em ê li dijî hemû qirkirinên ekolojîk û karesatên li bajarên kurdan pêk tên bi hestiyar bin û deng bidinê.”

28’ê Tîrmehê em ê li Şirnexê bin 

Eryilmaz, bal kişand ser hevdîtina ku hatiye plankirin di 28’ê tîrmehê de bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bang kir ku li dijî qirkirina li Şirnexê careke din deng bê derxistin. Em jî dixwazin ku hemû pêkhateyên me bersiva vê bangê bidin û li wir cih bigirin. Divê hemû ekolojîst, parazvanên jiyanê di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin. Divê mirov li wir be û vê talanê bide sekinandin.”

 MA/TOLGA GUNAY/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.