- Hemû demsalên havînê daristanên li Japonyayê bi ronahiyên xweşik dibiriqin.
Nexasim jî daristanên li herêma Yamagata bi ronahiya gûstêrk ango şevçirayan dibiriqin. Wênegirê bi navê Kazuaki Koseki wêneyên gûstêrkên ku daristanên Yamagata bi şewqa xwe ronî dikin girtine. Ji Japonyayê ji gûstêrkan re “genji botaru” tê gotin û gava demsal dibe havîn xelk berê xwe didin daristanan da ku menzereyên xweşik ên daristanê bibînin.
Kazuaki Koseki van wêneyên ku girtine di koleksiyona xwe ya bi navê “Summer Faeries” (Periyên Havînê) de kom kiriye. Ji xwe mala wî jî nêzî daristanê ye û gelek caran tevî malbata xwe diçe serdana daristanê da ku menzereyên bêhempa bibîn û wêneyên van menzereyan bigire.
Kazuaki Koseki ji bo wêneyên xwe dibêje; “Gûstêrkên ku li daristanên Japonyayê digerin taybet in. Hin ji van gûstêrkan tenê li Japonyayê dijîn. Gava ew di nav daristanê de dibiriqin çawa ku mirov li stêrkên li asîman dibiriqin dinihêre, ewqasî ku xweşik tên xuyanê. Ev dîmenên xweşik tenê 10-15 rojan dewam dikin û piştî demekê gûstêrk winda dibin. Ji lewma bihûrîna wext jî bi me didin hîs kirin.”
Kazuaki Koseki di derbarê gûstêrkan de agahiyekey bi vî rengî jî dide; gûstêrkên ku min wêneyên wan girtiye hemû yên nêr û mezin in. Ew ronahiyê digerînin û digihîjînin gûstêrkên din. Ji ber ku perên gûstêrkên mê dişkên ew nikarin bifirin! YAMAGATA