Navê aramiya dil Dêrsim!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 31 Tîrmeh 2024 - 00:35

ROZA METÎNA

Ava Dêrsimê ya hênik, kulîlkên wê yên curbecur û rihê wê yê serhildêr hêviyeke mezin di dil de diafirîne. Dîroka kevnar û berxwedêr di xwezaya Dêrsimê de dide der. Her dar li ser koka xwe şîn dibe. Her kulîlk ji rihê axa xwe ya bi bereket bi rih û can dibe. Kulîlk, dar, şênkahiya bajarê dîrokî yê Dêrsimê û dîroka vî bajarî ya kevnar jî bi dewlemendiya xwe rih dide her mirovên ku lingê xwe diavêjin ser vê axê. Dengê ava diherike û bêhna kulîlkên bajarê qedîm û dîrokî yê Dêrsimê bi wêne û bi dîmenên xwe her tim bandoreke mezin li ser binhişiya mirovan dike. Her wiha aramiyekê di dil de bi cih dike. Navê aramiya dil xwezaya Dêrsimê ye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.