Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê
Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:47

Jinên ku der barê tora fihûşê ya li Dêrsimê hat aşkerakirin de axivîn, anîn ziman ku ev encama polîtîkayeke bi zanebûn e û banga têkoşînê kirin.
Li Dêrsimê, piştî ku jina bi navê B.T. der barê gelek kesan de ku di nav wan de wezîfedarên cemaweriyê jî hene li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir, bertekên li dijî çeteya fihûşê ya derket holê didomin. Têkildarî bûyeran li bajêr ji aliyê jinan ve meşeke girseyî hat lidarxistin û jinên ku axivîn dan zanîn ku divê li dijî vê rewşê têkoşîn bê kirin.
Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Dêrsim Yenîgunê Serpîl Berk, diyar kir ku li dijî tiryak û fihûşa ku li ser jinan zêde dibe, ji bilî birêxistinbûn û têkoşînê şanseke wan a din tune ye. Serpîl Berkê anî ziman ku îdiayên derketine holê ji bo wan ne nû ne, bi salan e li bajêr îdiayên wiha tên axaftin û ev tişt got: “Îfadeya B.T.ê daye ji bo me jinan di hukmê delîlê de ye. Jin ditirsiyan, nedipeyivîn. Ji ber vê zêde dernediket holê. Me daxuyaniyên xwe yên têkildarî Cem Tekînoglû yê ku navê wî di îfadeyê de derbas dibe bi bîr xist. Têkildarî wî îdiayên destdirêjiyê hebûn. Di vê demê de me bang kir û li dijî vê yekê daxuyanî û meş li dar xistin, lê mixabin encamek nehat girtin. Dema em hem ji aliyê herêmê û hem jî ji tevahiya Tirkiyeyê ve lê dinêrin, sedemên polîtîk ên tiştên em di vê pêvajoyê de dijîn hene.”
Ayten Guler diyar kir ku sedemên aborî dibin sedema neçariya jinan a nava tora şebekeyên wiha û astengkirina vê yekê wezîfeya her kesî ye. Ayten Guler banga hestiyartirbûna di vê mijarê de kir got: “Ji bo ku jin nekevin tora çeteyên wiha divê her kes çi ji destê wan tê, bike.”
Husniye Kete rave kir ku ji bo li bajarê wan careke din rewşên wiha neqewimin heke pêwîst bike divê şev û roj xebat bên kirin û ev tişt got: “Em naxwazin li bajarê me tiştên wiha biqewimin. Ev tiştên qewimîn em hemû xemgîn kirin. Heyfa zarokên me, ciwanên me. Dêrsim rûmet e, divê em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Ne tenê îro, heta ku encam bê girtin divê em her roj vê têkoşînê bidomînin. Di nava yekitî û hevgirtinê de em li dijî vê yekê têbikoşin. Jin divê di civakê de ne tenê bin, divê bi hev re tevbigerin.”
MA / DÊRSIM / ŞÎLAN ŞÎRVAN ÇÎL















