Fihûş bi destê dewletê tê kirin
Sêşem 9 Kanûn 2025 - 03:35

Civaknas Yuksel Varhan a ku tevli xebatên li dijî tora tiryak û fihûşê ya li Licê derketibû holê bû, diyar kir ku tiryak û fihûş bi destê dewletê tê kirin û got: "Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e."
Li navçeya Licê ya Amedê, tora fihûşê ya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derxist holê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan xistin tevgerê. Piştî nûçeyê, di 1'ê Kanûnê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê dest bi xebatê kirin. Xebat tax bi tax, mal bi mal û bi civînan dest pê kirin.
Civaknas Yuksel Varhan a ku di roja ewil a xebatan de cih girt, diyar kir ku tiryak û fihûş bi awayekî sîstematîk û bi destê pergalê tên meşandin. Yuksel Varhan anî ziman ku ji ber Licê civakeke polîtîk e, dewlet bi hişmedniya "Ez ê vê derê çawa birizînim? Ez ê mirovan çawa ji vê qada polîtîk bihelînim, van çawa bi rêve bibim û dûr bixim?" nêz dibe.
Yuksel Varhan destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê li navçeyê her ku diçe belav dibe û temenê bikaranînê daketiye 9 saliyê û ev yek bi destê dewletê pêk tê û ev tişt got: "Tiştê dayik li qadan ji me re dibêjin ev e: 'Em nikarin zarokên xwe ji vê çiravê rizgar bikin. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve tê piştgirîkirin. Bi awayekî aşkera ev tişt tên kirin.' Dîsa nerazîbûna xwe nişan didin û dibêjin: 'Çima pêşî li vê nayê girtin? Hûn heta niha li ku bûn? Çima tiryak û fihûş evqas zêde bû?' Mafdar in. Di pêvajoyên qeyûman de em hinekî ji malbatên xwe dûr ketin. Ji ber wê mesafeyê dewletê ew valahî pir baş dagirt û bi kar anî."
Yuksel Varhan anî ziman ku dewlet ciwanan ji ber xizaniyê re ber bi fihûş û tiryakê ve dikişîne û got ku ev yek li Licêya "Dilê Kurdistanê" hatiye asayîkirin û wiha pê de çû: "Mirov êdî wekî tiştekî asayî li vê rewşê dinêrin. Dizanin ku cîran an xizmên wan dikin, çavê xwe jê re digirin û hay jê hene ku hatiye vê astê. Lê dibêjin 'êdî em dikarin çi bikin?'. Di rastiyê de em dikarin li vir gelek tiştan bikin. Mirovên em bi wan re têkiliyê datînin li benda piştevaniyê ne. Dibêjin 'werin em bi hev re çareseriyekê bibînin'. Gelek malbat hene ku hevjîn û zarokên wan ketine vê rêyê. Gilî û gazinên malbatan ji vê rewşê hene. Lê nizanin ku wê çawa têkoşînê bikin. Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e. Kesê ji tiryakê dikeve girtîgehê çend meh şûnde dîsa li derve ye û dîsa heman tiştî dike."
Yuksel Varhan da zanîn ku di hevdîtinan de mirov dibêjin ew dizanin cezayên giran nînin û dibêjin "ji bo me ji siyasetê dûr bixin ev polîtîka tê meşandin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo em vê rizîbûnê tune bikin, em ê dîsa mal bi mal bigerin, rastiya gel a rizîbûyî ji malbatan re vebêjin, bi piştgiriya civaknas û psîkologan şêwra xwe xurt bikin û saziyan çalak bikin. Em dikarin bi vî awayî yên ketine nava vê çiravê rizgar bikin. A rast heta maleke ku em neçûnê nemîne, em dikarin agahdarî û hişyariyê bikin."
MA/AMED/HEVAL ONKOL












