Li dijî fihûşê komîsyonan ava dikin

Duşem 8 Kanûn 2025 - 03:30

Xebatên partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên têkildarî tora fihûşê ya li navçeya Licê ya Amedê derketibû holê didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeyê li dijî polîtîkayên şerê taybet seferberî ragihandin û tax bi tax, mal bi mal serdanan dikin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya ku tevlî civînan bû, civîn û hevdîtinên kirine nirxand. Adalet Kayayê diyar kir ku di 10 salên dawî de li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û anî ziman ku ev polîtîka li ser esasê bênasnamekirin, bêkesayetkirina jinan û ciwanan e. Adalet Kayayê got ku ev yek bi polîtîkayên tiryak, fihûşê û sîxurkirinê tê kirin. Adalet Kayayê destnîşan kir ku Licê cihê ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletê têkoşîna herî xurt lê tê dayîn e û bi zanebûn hatiye hilbijartin û got:“Me dît ku li vir tenê pêdivî bi pêşengiyekê heye û divê ev bi awayekî birêxistinkirî derkeve holê. Ji ber vê em difikirin ku bi hev re; xebateke sîstematîk û birêxistinkirî derxînin holê. Em ê li hemberî van êrişên li dijî ciwan û jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Di nava gel de îradeyeke xurt heye 

Adalet Kayayê diyar kir ku li dijî vê yekê li Licê îradeyeke xurt a gel heye, di vê çarçoveyê de ew tax bi tax civînan dikin û ew ê komîsyonan ava bikin. Kayayê anî ziman ku li dijî hemû van tiştan ew ê jiyana komunal ava bikin. Kayayê da zanîn ku di civînên kirine de derketiye holê ku pêdiviya ciwanan bi qadên ku bikaribin spor, çalakiyên çandî û perwerdehiyê heye û pêdiviya jinan jî bi mekanîzmayên ku dema rastî tundiyê hatin, gef li wan hat xwarin û rastî şantajê hatin serî lê bidin heye û diyar kir ku li vir kar dikeve ser milê şaredariyê jî. Adalet Kayayê diyar kir di civînên kirine de gel gotiye kolan û park ne ewle ne û nîvê şevê wesayîtên luks diçin nuqteyên diyar ên navçeyê û rewşên gumanbar rû didin û da zanîn ku ew ê li dijî van rewşên gumanbar pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û got:’’ Meseleya esasî hişyarbûn e, em ê zemîna hevrêtiya komunal, jiyana komunal û jiyana demokratîk tê de ava bikin.”

Divê neyên îfşakirin 

Adalet Kayayê destnîşan kir ku kesên ku neçarî fihûşê bûne piştî ku hatin tespîtkirin divê bêyî ku bên îfşakirin bên parastin, derfetên nû ji wan re bên afirandin û got:“Têkildarî vê yekê wê şaredariya me li Licê navendeke jiyanê veke. Divê ew bi lez bikeve meriyetê. Dîsa divê ev jin piştgiriya psîkolojîk, sosyolojîk û hiqûqî wergirin û bi di nava mekanîzmayeke parastinê de bin. Meseleya me ew e ku em van mirovan dîsa li civakê vegerînin, dîsa wan arasteyî jiyaneke bi rûmet bikin, qadên nû ji wan re vekin, bêyî ku nasnameya wan îfşa bikin wan arasteyî kar û cihên ku bi keda xwe lê bixebitin bikin. Em ê piştgiriya pêwîst bidin wan. Nexasim jinên ciwan divê li kolanê, dibistanê, malê, kargehê û li her derê bigihîjin zemînekî ku bikaribin jiyana xwe bi awayekî bi rûmet, wekhev û azad bijîn.”

MA/HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.