Têkoşîna li dijî paşverûtî û şerê taybet
Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:37

Piştî rizgarkirina Şengalê heya niha vegera ji bo Şengalê bi komî û yek bi yek çêdibe. Tevî hemû astengî û şerê taybet yê PDK’ê û hikûmeta Kazimî û Sûdanî jî, beşeke girîng a Êzidiyan vegeriyan ser cih û warê xwe. Lê hîn bi hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê yên Dihokê de dîl têne girtin. Di nava ev nifûsa vegeriyan de beşeke mezin jin in. Beşek ji van jinan bi demê re tevlî sazî û rêxistinên jin bibin jî, ji ber şerê taybet yê PDK’ê û mûnazamayên biyanî, xwe ji van saziyan dûr digirin û bi pêşdarî nêz dibin. Di nava kampên Dihokê de hejariya koçberan hatiye bikaranîn û li ser civakê û jinan şerekî qirêj tê birêvebirin. Jinên Êzidî yên ji di şerê dijî DAIŞ’ê de, ‘Serî dan, sir nedan’ vê carê li van kampan de xistin nava tevnên ne exlaqî û dûrî çand û baweriya Êzdayetiyê. Hewldan civakeke madî, ya dûrî nirxên xwe ava bikin û ji koka wê qut bikin. Di encamê de li ser bedena jin siyaseteke qirêj hate meşandin li kampan de tevna casûsî, tevna fihûşê û hwd hate pêşxistin. Gelek jin ji aliyê mûnazameyên di bin navê alîkariyê de ketine wargehan ve ji malbatê hatin qutkirin û birin derveyî welat. Gelek jin dibin navê derfetên kar de ji bo karên qirêj hatin bikaranîn. Ev kiryarên li ser jin û ciwanan hatin kirin, bi veger Şengalê re jî bandoreke neyînî çêkir. Çanda kuştina jinan, xwekuştin, lêdan, bûyerên ne exlaqî, qûmar, zewaca di temenê biçûk de kurtir kir. Çandeke ji koka xwe qut dibe, timî berê wê li derve di ciwanan de pêşxist.
Pêngava li dijî xwekuştinê
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi tevlîbûna hemû sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê 30’ê Cotmehê pêngavek li dijî xwekuştinên jin û ciwanan ragihand. Ev pêngava bi dirûşmeya, ‘‘Xwe nekuje, her xwekuştinek fermaneke’’ hedef dike ku, rêxistin û saziyên jin xwe bigihînin her jineke nû vegeriyayî, dîsa her jin û ciwanek li derveyî xeleka rêxistinên jin û ciwanan mane. Ji ber jin û ciwanên di nava sazî û rêxistinbûnên jin de ne heya astekî têgihiştineke wan pêşketiye, hêviya wan a pêşerojê xurte û timî di perwerdeyan re derbas dibin. Lê beşên ku derveyî vê xelekê dimînin û di encama zextên civak, malbat, mêr û navendên şerê taybet de beşek ji jin û ciwanan derveyî vêya dimînin. Herî zêde jî bûyerên kuştin û xwekuştinê di nava wan de rû didin. Kêm jin û ciwanên rêxistinkirî hene ku rûberûyê van pirsgirêkan tên.
Li Şengalê zewaca bi çend jinan re
Li Şengalê zewaca mêr a bi çend jinan re ku çavkaniya xwe ji felsefe û feraseta Ezdayetiyê nagire, bi temamî ji çandên derdor hatine girtin heye. Gelek mêr bi çend jinan re dizewicin. Lê TAJÊ pîvanek daniye ku tu mêrek tevlî hêzên parastinê û Rêveberiya Xweser bibe, nabe zewaceke duyemîn bike (ji derveyî yên berê zewicîne). Yên li derveyî van pîvanan bikevin jî ji aliyê tevgera jin ve ceza li wan tê birrîn anjî bi temamî ji derveyî xebatan tê hiştin. Ev jî kiriye ku di civakê de êdî jin û mêrên di nava TAJÊ û Rêveberiya Xweser de bibin nimûneyeke nû ji bo hemû civakê.
Zewaca di temenê biçûk de
Êzidî li beramber her êrişeke çandî timî xwe ji derve re girtîne. Yek ji bandorbûna mezin ji ber bi rêya perwerdeyê çêdibe, berê zarokên xwe kêm şandine dibistanan. Bi taybet jî zarokên keç kêm xwendine. Piştî fermanê jî ji ber polîtîkaya PDK’ê û dewleta Iraqê hîn jî pergaleke baş a perwerdeyê ji bo zarokan ne hatiye danîn. Tevî hemû hewldanan jî dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser fermî nehatine qebûlkirin. Ji ber vê sîstemeke hevpar a perwerdeyê li Şengalê nîne. Nebûna perwerde û derfetên kar, ciwanan zêdetir bi înternet û telefonê ve girê dide, ev jî wan zêdetir teşwîqê jiyaneke ajoyî, ji hest û fikir dûr dike. Di encamê de li Şengalê keç û xort di temeneke pir biçûk de hev direvînin. Bandora malbatan li ser vê hebe jî, hemû çavkaniya xwe ji malbatê nagire, sedemên wê pir aliye. Rêxistinbûna heyî hîn tam nekariye pêşî li vêya bigire û ciwanan ji vê zewaca di temenê biçûk de dûr bixe.
Li dijî qirbûnê refleksa xwe zêdekirinê
Sedemek din jî weke reflekseke xwe zêdekirinê li dijî qirkirinê pêşdikeve ku, ev jî di fermanê de da nîşan ne rêbazeke çareseriyê ye, civakê ber bi qeyraneke mezin ve dibe. Beşeke girîng a xwekuştin û kuştinan jî ji vê zewaca di temenê biçûk de digire. Ji ber bêyî ku hev nas bikin, ji hev hez bikin bi hevre direvin. Piştî wê jî tundiya nava malê, pirsgirêkên exlaqî, kuştin û xwekuştin rû didin. Beşek ji tundî û ne exlaqî jî ji vexwarina meşrûb û qumarê tê. Jinên li nava malê de rastî tundiyê tên herî zêde jî ji ber çanda vexwarinê ya pir belav a di nava mêran de ye. Meşrûbên erzan û sexte yên li Şengalê tên firotin, verxwarinê zêdetir teşwîq dike. Bêkarî, bê perwerdehiya mêr û pir hêsan xwe gihandina meşrûbê bandoreke neyînî li jin û zarokan dike. Bi dehan jinên ku bi giliya tundiyê serî li saziyên rêveberiya xweser û jinan didin, ji ber vexwarina meşrûbêye.
Çanda qûmar û gazînoyê ku weke navendên şerê taybet bi taybet ji aliyê desthilata Iraqê û PDK’ê ve tê pêşxistin, cûreyeke din a tundiyê ya dijî jin û zarokan e. Ev dike ku exlaqê civakê û çanda resen a herêmê jî têk bide. Ev navendên şerê taybet yên mêr tê de têne xistin, gefeke cidî li jiyana jinan dixwe. Li gorî agahiyan gelek qumarxane bi teşwîq û piştgiriya rêxistinên îstîxbaratê yên Iraqê têne vekirin. Ji bo tenê wan li derveyî pergala demokratîk û azadîxwaz bihêlin, serî li her cûre rêbazên şerê taybet didin.
Pêngava perwerdeyê
Bi pêngava dijî xwekuştinê û çalakiyên 25’ê Mijdarê re starta serdemeke nû ya têkoşînê li Şengalê hate dayîn. Bi taybet hemleya perwerdekirina her ferdeke civakê, jin, mêr, ciwan û zarok, li her devera Şengalê destpêkiriye. Ji bo perwerde encamê bigirin jî rêxistinên jin, ciwan û MXDŞ’ê di çarçoveya perspektîfa Rêber Apo de, di nava hewldanê de ne li herderê komîn ava bikin, tu kes li derveyî rêxistinbûneke komînê nemîne. Ji ber eger jin û mêr tevlî komînan bibin, perwerde bibin wê ji tundiyê jî û ji şerê taybet jî dûr bikevin. Weke çareseriya pêşîn a pêşî lê girtina tundiyê berfirehkirina perwerdeyên ji bo civakê û rêxistinkirinên komînan, tevlîkirina hemû xelkê van salên dawiyê ji kampan vegeriyan e. Ji ber yên di nava rêxistinê de ne, pir zêde rûberûyê van pirsgirêkan nayên. Lewma berfirehkirina ev nimûneya dendik a çêbûye, wê çareseriya yegane ya li dijî tundiya mêr û dewletê be. Rêbertî dibêje, divê yek jin li derveyî jiyana komîn nemîne, ancax jiyana komîn dikare jinan biparêze.
ROJNEWS/ŞENGAL















