Divê Şengal amade be

Çarşem 28 Çile 2026 - 03:48

Endama Komîteya Jîneolojî ya Şengalê Sara Botan diyar kir ku çeteyên bi ser hikumeta Colanî ve bi taybet jinan hedef digire, her wiha bal kişand ser xeteriya van êrîşan a li ser Şengalê û bang li civaka Êzîdî kir ku ji berxwedanê re amade bin û li kêleka hêzên xwe yên parastinê bin. Sara Botan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên Şoreşa Rojava bibîranîn û got:’’Êrîşên tinekirinê li ser Rojava tên meşandin. Beriya êrîşê diyar bû ku pîlanên êrîşan hene, êrîşên neheq li ser Rojava tên kirin da ku gelê Kurd tine bikin. Em wek civaka Êzîdî, van êrîşan ji êrîşên li ser Şengalê qut nabînin. Çawa ku di fermanê de di şexsê jinê de êrîş li ser civakê pêk hat, niha jî di şexsê jinê de êrîş li ser hemû Rojava tên kirin. Me hemûyan, kiryarên li ser şervanên jin hatine kirin, dîtin. Bi van kiryarên li dijî jinan, dixwazin îradeya jinê tine bikin. Dema Kobanê ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin, cîhan ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bû. Niha dixwazin di salvegera rizgarkirina Kobanê de tola DAIŞ’ê ji me hilînin. Ev êrîşên tinekirinê ji komploya li ser Rêber Apo ne qut in. Dixwazin pêvajoya Rêbertî têk bibin, lê bi destê çeteyan. Ev çete ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin. Em wek jinên Êzîdî me her tişt dîtiye, ji ber wê jî em van kiryarên li ser jinan qebûl nakin. Em ê li hemberî hemû êrîş û kiryaran, ji bo nasnameya xwe heta dawiyê têbikoşin.” Metirsiya van êrîşan a li ser Şengalê jî Sara wiha nirxand:’’Taybetî DAIŞ’iyên ku ji girtîgehan hatine berdan, gef in li ser hemû cîhanê û bi taybetî li ser me û Şengalê. Gelek ji wan DAIŞ’iyên ku niha di kampa Holê de ne, biryara anîna wan a Iraqê heye, ev jî xeteriyê li ser me çêdike. Colanî ku bi xwe destê wî di xwîna Êzîdiyan de heye, niha bi artêşa xwe ve careke din gefe li ser hebûna me. Li hemberî van êrîşan, divê hemû aliyên Êzîdî yên li Şengalê destê xwe bidin hev û li hemberî her êrîşê bisekinin û xwedî li nasnameya Êzîdatiyê derkevin. Em ê ti carî fermaneke din jiyan nekin. Ji bo vê jî lazime hemû Êzîdî ji berxwedanê re amade bin û her kes xwe berpirsiyar bibîne. Divê gelê me piştgirî bide YBŞ û YJŞ’ê da ku em karibin hebûna xwe biparêzin.”

ROJNEWS/ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.