Serlêdanên ji bo Aydin Erdem red kir
Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:30

AYM’ê serlêdanên ji bo Aydin Erdem ê ku di sala 2009’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin, red kir. Parêzerê dosyayê Yakup Guven bal kişand ser polîtîkayên "bêcezahiştinê" û diyar kir ku ew ê serî li DMME’yê bidin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana der barê mirina xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem de red kir. Aydin Erdem di 6’ê Kanûna 2009’an de li Amedê, di dema protestoyên li dijî girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin. Dadgehê, hincetên wekî binpêkirina mafê jiyanê, mafê serlêdana bi bandor û mafê darizandina di demeke maqûl de wek "nayê qebûlkirin" dît û daxwaz red kirin.
Yek ji parêzerên dosyayê û Rêveberê Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Yakup Guven, der barê biryarê de axivî.
Yakup Guven diyar kir ku biryara AYM’ê du serlêdanan vedihewîne nava xwe û bi bîr xist ku piştî qetilkirina Aydin Erdem, bêyî lêpirsîna resen, malbatê û şaxên ÎHD'ê bi daxwaza tazmînata maddî û manewî doza îdarî vekirine. Yakup Guven destnîşan kir ku gelek delîl hene ku Erdem bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest daye, lê rêxmê vê yekê jî polîsan li şûna ku cihê bûyerê biparêzin û lêkolîn bikin, berevajî vê yekê tevgeriyane. Yakup Guven xemsariyên di lêpirsînê de wiha rêz kirin: "Ji destpêkê ve delîl bi rêk û pêk nehatine komkirin, hewildanek ji bo derxistina rastiyê nehatiye nîşandan û pêvajoyeke ji bo tespîtkirin û cezakirina faîlan nehatiye meşandin."
Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ku Erdem ji aliyê kesekî rûpêçandî ve hatiye gulebarankirin, der heqê bersûcan de biryara neşopandinê û der heqê dosyayê de biryara "lêgerîna daîmî" da. Malbatê di sala 2012’yan de serî li DMME’yê da. DMME’yê di sala 2021’ê de biryar da ku Tirkiye 13 hezar û 500 euro tazmînat bide. Tirkiyeyê qebûl kir ku lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û dê lêpirsînê nû bike. Lê tevî vê jî, lêpirsînekî bi bandor nehat destpêkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li AYM’ê da, lê AYM’ê jî ev serlêdan red kir.
MA / AMED / RÛKIYE PAYIZ ADIGUZEL















