Divê dewlet biryarên DMME’yê bi cih bîne

În 31 Gulan 2024 - 00:25

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir tecrîda li ser Ocalan li pêş çareseriya pirsa Kurd dibe astenga herî mezin, biryarên DMME’yê bi bîr xist û anî zimên ji bo bicihanîna van biryaran hewceyî bi polîtîkayên karîger heye. Çoşkun her wiha got ji bo çareseriyê divê dewlet bi Ocalan re rûne.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê di salên dawî de li dijî tecrîdê ket nav hewldanên cûr bi cûr. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn diyar dike li pêş çareseriya pirsa Kurd astenga herî mezin tecrîda li ser Rêber Ocalan e. 

Coşkûn diyar kir ku sedema pirsgirêkên li Kurdistanê û Tirkiyê tecrîda ser Abdullah Ocalan e û anî ziman ku ji 4’ê Nîsanê ber bi îro ve girtî dadgehan boykot dikin, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û wiha axivî: “Me di hevdîtinên vê demê kiriye de ferq kir ku lêpirsînên dîsiplînê yên li dijî girtîyan, cezayên hucreyan û heya çalakiyên civakî gelek caran ceza hatine dayîn. Ji ber vê yekê tecrîda li Îmraliyê berbelavî civakê bûye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd li Kurdistanê û Tirkiyê dibe sedema pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin.” 

Hewceyî bi polîtîkayên karîger heye 

Coşkûn bal bire ser mafê hêviyê yê her girtî an jî girtiyê cezayê muebetê girtiye û mafê heviyê yê berdanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê hêviyê yê mirovan ji mirovbûna wan pêk tê. Heger mirovek sûcdar jî be divê heya dawiya emrê xwe ji civakê dûr neyê xistin û di girtîgehê de neyê girtin. Lê belê girtiyên 30 salan di girtîgehê de tên ragirtin tevî ku cezayên xwe temam dikin jî ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê (CÎK) nayên berdan. Ev yek ji mafên azadiyê bêpar hiştina girtiyan e û darblêdana li ‘mafên wî yê hêviyê’ ye. Wek hiqûqnas bendewariya me ew e ku lazimiyên biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên derbarê tecrîda li Îmraliyê dane, werin pêkanîn. Dewlet peymanan dikin, dixin meriyetê lê belê pêk nayênin. Ji ber wê, divê li Tirkiyeyê ji bo biryarên DMME’yê werin bicihanîn polîtîkayeke karîger were meşandin.” 

Ji bo çareseriyê diyalog bi Ocalan e 

Coşkûn pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an bi bîr xist û wiha derberî: “Nasnekirina Erdogan a ‘Mutabakata Dolmabahçeyê’ û nêzîkatiya dewletê ya li dijî Ocalan, PKK’ê û gelê Kurd, pêvajoyê anî vê astê. Hê jî ev zext û pirsgirêk didomin. Biryarên Doza Kobanê, girankirina tecrîda li dijî Ocalan polîtîkayekî dewletê ye. Di hêla çareseriya pirsgirêka Kurd de axaftina bi birêz Ocalan re girîng e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê tecrîda di şexsê Ocalan de tê girankirin dawî bibe. Astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran a Ocalan bêhiqûqî ye. Divê wek qanûnî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Li pêşiya vê yekê tu astengiyên hiqûqî nîn in. Pêkneanîna vê yekê nasnekirina hiqûqê ye.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.