Kiryarên dermirovî şermezar dikin

Sêşem 18 Sibat 2025 - 03:30

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên Li Elmanya (KON-MED) ragihand ku Kurdistaniyên li bajarên Kehl û Offenburg dijîn li dijî Komploya 15’ê Sibatê ji bo beşdarî meşa mezin bibin, xwestin biçin bajarê Strasbourg ê Fransayê, lê belê polîsan ew bi rengekî kêfî girtin û rû bi rûyê lêgerîna tazî hiştin. KON-MED’ê ev kiryar şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:“Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi deh hezaran Kurdistanî hatin ba hev. Bi deh hezaran komplo şermezar kirin û di heman demê de bi dengekî bilind daxwaz kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe. Ji bo vê gelê me yê li Elmanyayê dijî, ji bo beşdarî meşê bibe ber bi Strasbourgê ve bi rê ket. Polêsan gelê me yê ku mafê xwe yê demokratîk û rêxistinbûnê bi kar anî, asteng kir. Tevî ku pirsgirêka nasname û pasaportê ya bi dehan hevalên me nebû, dema ji bajarên Kehl û Offenburg xwestin derbasî Fransayê bibin, polêsan bi rengekî kêfî ew asteng kirin û rû bi rûyê lêgerîna tazî hiştin. Em vê kiryara dermirovî, şermezar dikin. Ev kiryar tiştekî bi hikûmetê nade qezenckirin. Ev helwesta li hemberî gelê Kurd, qet nayê qebûlkirin. Em bang li hikûmeta Elman dikin. Tavilê dest ji polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd, berdin. Kurd di kaos û krîza Rojhilata Navîn de ji bo gelan çavkaniya hêviya aştî û demokrasiyê ne û di heman demê de ji bo Elmanyayeke demokratîk, şans e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.