Li Geverê êşkenceya polîsên Tirk

În 2 Tebax 2024 - 01:05

Polîsên Tirk li Geverê ya Colemergê êşkence li ciwanan kir û piştre ciwan li dûrî navenda navçeyê li noqteyên cihê bi halê birîndar ew avêtin ser rêyan. Van demên dawî li Kurdistanê êrîşeke berfireh li ser Kurdbûnê heye ku ev êşkenceya li ciwanan jî weke parçeyek ji vê êrîşa berfireh xuya dike.

Ciwanên li Geverê ji hêla polîsan ve hatibûn destgîrkirin hatin îşkencekirin. Ciwan, li devereke dûrî navenda navçeyê û li noqteyên cuda bi awayekî derb li wan hatî xistin hatin dîtin.  

Polîsên dewleta Tirk şevê din li navçeya Geverê ya Colemêrgê gelek tax dorpêç kirin. Di dema kontrolkirina nasnameyan de ya li Taxa Kişlayê polîsên Tirk ciwanên bi navên U.Ş., R.T., C.O., A.Y., B.C., D.D., A.B. û M.S. destgîr kirin. Malbat û parêzerên ciwanan serî li emniyetê dan û xwestin aqûbeta wan hîn bibin. Lê ji wan hate gotin ku “tu kes ji hêla yekîneyên şaxa me ve nehatine destgîrkirin û tu kes li cem me nîne.” 

Polîsan, saet derdora 03.30’ê ciwan li noqteyên bi kîlometreyan dûrî navenda navçeyê berdan. Ciwan, di dema destgîrkirinê de hatin êşkencekirin. Ji ber êşkenceyê, zirar gihişt perdeya guhê ciwanê bi navê R.T. Hat zanîn ku ji ber êşkenceyê xwîn rijiyaye ser cil û bergên ciwanên bi navên U.Ş., B.C. û A.Y. lewma cilên wan jê hatine kirin û li deverên cuda hatine berdan. 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.