Jinan bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:35

Jinan li hember şebekeya fihûşê ya li Licê hat eşkerekirin bertek nîşan dan û diyar kirin ku fihûş ji aliyê dewletê ve tê kirin û gotin: "Divê jin bi bertekên xwe û meşên xwe cîhanê bihejînin."

Şebekeyeke fihûşê li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê komekê ve hatibû avakirin hat eşkerekirin. Piştî nûçeyên hatin çêkirin, rêxistinên jinan li herêmê lêkolîn û lêpirsîn kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dest bi xebatê kirine. Xebatên ku li navenda navçeyê li dijî fihûş, bazirganiya tiryakê û polîtîkayên şerê taybet hatine destpêkirin, di rojên pêş de li gundan jî dê berdewam bikin. Jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li navçeyê tên meşandin bertek nîşan dan.

Fatma Gulen (40) diyar kir ku tiştekî wiha xirab cara yekem li Licê qewimiye û got: "Em tiştekî wisa bi tu awayî qebûl nakin. Ger îro li vir rê li ber tiryakê bigirtana, dê fihûş jî tunebûya. Ger îro fihûş hebe, sibê wê ya xerabtir çêbe. Em, jin, dixwazin bi azadî bigerin. Em dixwazin zarokên me karibin li kolanan bi azadî bigerin. Keça min diçe dibistanê û ez pir ditirsim. Ji ber ku derve pir xeternak e. Em tiştê ku diqewime şermezar dikin. Divê tevahiya gel li dijî vê yekê rabe û divê ev kes werin tespîtkirin û cezakirin. Me her tişt dîtiye, tevî şewitandina gundan, lê ev cara yekem e ku em tiştekî wisa dibînin. Em dizanin ku dewlet bi zanebûnî vê yekê li Kurdan dike."

Hurî Bîçer diyar kir ku divê xelkê Licê tiştekî wisa qebûl neke û got: "Divê jin bibin yek da ku tiştên wisa bi serê wan neyên. Divê kesên ku vê yekê bi jinan dikin cezayê hepsa heta hetayê li wan bê birîn. Divê jin û mêr li dijî vê pirsgirêkê bibin yek û li dijî wê têbikoşin."

Kibar Duman ku diyar kir ku jinên ku daxilî nava fihûşê hatine kirin divê xwe li cem xelkê Licê bigirin û got ku dema wê ev bihîstiye şaş maye.

MA / AMED / HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.