Talan û rant berfireh dibe
În 26 Tîrmeh 2024 - 02:25
Birrîna daran a bi hinceta “ewlehiyê” li herêmên Besta, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê tê kirin, li navçeyên Qileban û Elkê jî didome. Qirkirina daristanan a li gundê Qeşûran ên girêdayî navçeya Qilebanê berdewam dikin, heta Geliyê Bêtkarê belav bûye. Birîna daran a li Gabar, Cûdî, Çilênimêja û Komate hatiye destpêkirin jî didome. Rêxistinên ku dixwazin balê bibin ser talankirina xwezayê ya li Şirnexê xwe amade dikin ku di 28’ê tîrmehê de li bajêr bicivin. Rêxistinên hiqûqî jî xwe amade dikin ku bi daxwaza rawestandina birêvebirina biryara birrîna daristanan dozê vekin. Endamê Komîsyona Hawîrdorê yê Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay, anî ziman ku talana xwezayê ya li bajêr sîstematîk bûye û diyar kir ku piştî salên 2020 û 2021’an talana xwezayê gihişt asta herî jor. Tay, destnîşan kir ku bi hatina demsala havînê leza talanê zêdetir bûye û got: “Salên beriya niha bi hinceta ‘ewlehiyê’ daristan dihatin şewitandin. Di salên dawî de rêbaz guhertine û talan tê domandin. Qada ku tê talankirin li Îdareya Taybet a Bajêr didin îhaleyê. Bi îhaleyeke derqanûnî tê pêkanîn û ji qirkirina daristanan re destûr tê dayîn. Van îhaleyan jî bi taybetî didin cerdevanan. Êdî bûye qadeke rantê ya mezin. Mînak ji bo qalekol û qereqolan divê di 500 mîtroçargoşeyan de dar bên birrîn lê niha di qadeke 5 hezar donim de talanê dikin.”
Li Kurdistanê hiqûq tine ye
Tay, da zanîn ku talana li herêmên Cûdî, Besta û Gabarê dest pê kir, ji ser Komate, navçeyên Qileban û Elkê heta Herêma Kurdistanê belav bûye û got:“Hemû cureyên endemîk ên li herêmê ji holê tên rakirin. Ekosîstem tê guhertin. Dixwazin jiyana zindiyan xelas bikin. Talana li herêmê bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Li aliyekî daran dibirrin li aliyê din komirî derdixînin. Ji bilî vê ji bo madenên cuda bên derxistin her sal talanê zêdetir dikin û didomînin.” Tay, anî ziman ku hem ji aliyê bawerî hem jî ji aliyê hiqûqî divê daristan bên parastin û got:“Lê dema ev herêm bibin herêmên Cûdî, Gabar, Besta an Botan hiqûq bê encam dimîne. Weke baroyê hin hewldanên me yên qanûnî çêdibin. Me di sala 2021’an de raporeke berfireh weşand. Di çarçoveya vê raporê de gelek serlêdanên me yên sûc çêbûn. Lê hemû serlêdanên me bi awayekî neyînî hatin bersivandin. Dîsa di rojên pêşiya me de Şaxên ÎHD û OHD ên Şirnexê ji bo rawestandina qirkirina daristanan wê dozê li Wezareta Çandinî û Daristanan vekin.”
Em li benda gelê xwe ne
Tay, herî dawî têkildarî çalakiya ku dê di 28’ê Tîrmehê de bi rêxistinên ekolojiyê re li dar bixin ev bang kir: “Li dijî talankirina xwezayê, di pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi tevlibûna hemû dînamîkên bajêr re em ê di 28’ê Tîrmehê de çalakiyekê li dar bixin. Em ê li dijî talankirina herêma xwe dengê xwe derxînin û xwedî li mafê xwe derkevin. Em li benda hemû gelê xwe ne. Ev xweza ya me hemûyan e.”
MA/OMER AKIN/ŞIRNEX