Çandina genim destpêkir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 00:46

Di 28'ê Îlona borî de Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser û Saziya Pirkirina Tovan dest bi belavkirina tovên genim ên paqijkirî û bêjingkirî li cotkara kir. Tonê tovan bi 225 dolaran ji bo cotkaran hat firotin. Desteyê di her tonekê nêzî 195 dolar zirar kir. Li gorî wê cotkaran tov li gorî pêdiviyên xwe ji navendên Pirkirina Tovan wergirt û dest bi cotkirina zeviyên xwe kir da ku dest bi çandina wan bikin.

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cotkaran dest bi cotkirina zeviyan û çandina genim û ceh ên bejî û avî kir.

Mihemed Nûr Silêman ê ji gundewarê Şedadê destnîşan kir ku ew li herêmê di çandina genim û ceh de xwe dispêrin çandiniya avî û bejî. Silêman diyar kir ku lêçûna cotkirina zevî ji bo çandina bejî ya her hêktarekê nêzî 25 hezar lîreyên Sûriyeyî ye, lê belê ya çandina avî biha ye.

Hesen El Muxlif destnîşan kir ku ew jî zehmetiyên bihabûnê yên ji ber lêçûna cotkirinê dikişînin û got:"Lêçûna wê digihîje 7 dolaran, ev jî ji cotkaran re dibe zehmetî."

Sedema bihabûna lêçûna cotkirinê bi rêya traktoran ew ku mazota serbest dikirin. Piranî xwediyên traktoran mazot ji komîteyên sotemeniyê werdigirin û li sûkên serbest difirotin û traktorên xwe jî nalivînin. Wê yekê hişt komîte belavkirina mazotê li ser traktoran qut bike. Xwediyê traktorekê bi navê Husam El Ferec destnîşan kir ku lêçûna sotemeniyê û tamîrkirinê biha ye, ev jî dihêle bihayê cotkirinê bilind bikin.

Cotkarên li bajarê Holê yên sebzeyên zivistanê diçînin girîngiyê didin berhemên xwe da ku di zûtirîn dem de li sûkên herêmê bifiroşin. Li bajarê Holê bi piranî xes, bexdenûs, tivir, kelem, zehra(çîçek), pîvaz, sîr û silq tên çandin.

Cotkar Samî El Salih da zanîn ku wan ji meha Îlonê ve dest bi çandina berhemên zivistanê kiriye da ku wan di zûtirîn dem de bi nirxên guncaw daxin sûkên xwecih.

El Salih destnîşan kir ku ew ê hin berhemên wekî xes, pîvaz û silkê di destpêka meha Kanûnê de daxin sûkê. Berhemên mayî jî wê di dawiya Çileyê de dakevin sûkan.

ANHA/XIDIR EL FEYAD-ELÎ EL SULTAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.