Li ber qirkirina ekolojîk rabin!

Pêncşem 6 Hezîran 2024 - 00:17

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bi wesîleya Roja Ekolojiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, hêzên serwer ên kapîtalîst bi gelek kiryarên li dijî ekolojiyê gef li paşerojê xwarin û felaketên nû afirandin. Komîteyê ragihand, ji bo berjewendiyên hindikahiya ji sedî yek ê nifûsa Cîhanê, bi talaneke mezin nirxên pîroz ên mirovahiyê û ekosîstem hate tinekirin, rekorên germahiyê yên her sal têne şikandin û felaketên avhewayê di mijara encam û asta vê hovîtiyê de hişyariyê didin.

Dixwazin koka Kurdan qir bikin

Komîteyê destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina ekolojîk a ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê kirin weke amûrek ji polîtîkaya mîlîtarîst û faşîst tê bikaranîn û diyar kir, ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat qirkirina ekolojîk ên li seranserê cografya Kurdistanê belav bûne weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî ji bo qirkirina civakê tê meşandin ku bi stratejiyeke şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin:"Tê xwestin, cografya Kurdistanê ya mîna bihuştê ku gelê Kurd li hemberî her cûre êrişan xwe lê digire, vala bikin û demografiya wê biguherînin. Dewleta Tirk di planên xwe yên emperyal û faşîzan ên hilweşîner de qirkirina ekolojîk weke çekekê bi kar tîne. Bi armancên faşîst û qirker, bi qirkirina ekolojîk bajarên Kurdistanê têne dorpêçkirin û yekparebûna cografî tê tinekirin. Bi bendavên ku cografya Kurdistanê parçe dikin, ji Rihayê heta bi Botan û Serhedê bi Santralên Enerjiyê yên Rojê (GES), bi herêmên nû yên lêgerîna li petrolê, bi polîtîkayên dijberiya çandiniyê, madenkarî, talankirina daristanan, bi şerê giran, operasyonên leşkerî û bi bombardûmana bênavber Kurdistan di bin êrişên giran ên dagirkeriyê de ye. Hêzên dagirker ên ku çav berdane azadiya me, zimanê me, çanda me û hemû nirxên me yên manewî, cografya Kurdistanê ya ku me heta niha xwe lê girtine bi projeyên talankirina ekolojîk dorpêç dikin, dixwazin gelê Kurd ji kokê qut bikin, xaka ku em lê dijîn bikin ku jiyan lê nebe. 

Berpirsiyariyên xwe bicîh bînin

Li pêşberî xwezayê ku bi milyonan salî cîhan amade kir û dayiktî ji me re kir, li pêşberî dîrokê, li pêşberî nifşê paşerojê berpirsyariyên me hene. Li xaka Kurdistanê ku şoreşa çandiniyê lê hate kirin, li pêşberî wan mirovên ev nirx afirandin, li pêşberî gelan hemûyan berpirsyariya me heye. Li pêşberî Heskîfê ya ku bi bêdengiyê me ew di binê avê de hişt, li pêşberî azadiyê ya ku bi bendavan hate dîlgirtin, li pêşberî çemên me yên berhemdar ên hatin dizîn, li pêşberî daristanên hatin talankirin, xwezaya hate desteserkirin, xak û tovan berpirsyariya me heye. Yekane rêya ku felaketa ekolojîk rawestîne têkoşîna topyekûn e. Ji ber vê yekê serdema 21'ê bi qasî ku serdema azadiya jinê ye, divê weke serdema têkoşîna ekolojîk bê meşandin. Ji bo têkoşîna ekolojîk beriya her tiştî divê jin û ciwan bikevin nava liv û tevgerê. Cotkar, karker, gundî, koçber, bêkar û her kesên ji xwezayê hatine qutkirin û neçar hatine hiştin ku li bajaran bijîn divê bibin yek. Her kesên ku gund, av, zevî, dar, hewa ya cîhanê û Kurdistanê diparêzin, her kesên ku dixwazin bijîn, hawirdorparêz divê bibin yek. Dayika me ya xwezayê ku bi hezaran salî mirovahî xwedî kir, ji bo jiyanê û parastina mirovahiyê li benda me ye, li benda têkoşîna me ye. Ji bo paşerojeke azad em têkoşîna ekolojîk mezin bikin! Ne rojekê em her rojê bikin roja ekolojiyê, jiyana ekolojîk ava bikin!"

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.