Şehîd Bêrîtan xeta azadiyê diyar kir
Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:38

Gerîlayên HPG û YJA Star'ê bi boneya salvegera şehadeta fermandara artêşbûna jina azad Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nêrînên xwe anîn ziman.
Gerîlaya YJA Starê Rugeş Efrîn:
Heval Bêrîtan xeta jina azad temsîl kir. Li hember zîhniyeta zilamê serdest, li hember paşverûtî û ferasetên feodal şer kir û bû xwedî seknekî dîrokî. Heval Bêrîtan şer kir û bi ser ket, da îspatkirin ku jin dikare şer bike. Jin li ser pîvanên Bêrîtan bûn xwedî artêş û em jî niha li van çiyayan bi pîvanên Bêrîtan şer û têkoşîna xwe didomînin.
Gerîlaya YJA Starê Arjîn Farqîn:
Heval Bêrîtan vê da diyarkirin ku jin jî dikare bi îradeye xwe ya azad tevbigere, dikare şer bike û heman demî de ev tê wateya xweşikbûyina jinê jî. Heval Bêrîtan bi sekna xwe ve ferasetên paşverû yên li hember jinê şikand. Em wekî YJA Star di wê astê de ne ku jinan biparêzin û nehêlin ku jin di bin serweriya zilam de jiyan bike. Rêya yekane xilasbûyina jinê xwe di azadiyê de mîna Bêrîtanan kîlît kirin e.
Gerîlaya Êzîdî Dûnya Ronahî:
Heval Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir. Di şexsê Heval Bêrîtan de ji bo hemû jinan xetekî fermandarî ya jin ji bo hemû jinan derket holê. Wekî jinekî Êzîdî me jî xwe çawa di vê xeta têkoşînê de dît li ber çavan e. Ji ber ku civaka Êzîdî bi taybet jî jina Êzîdî ji ber ku nekarî xwe biparêze kete halekî ku li bazara bê firotin û rûmeta wê bê binpêkirin. Lê îro me nasnameya xwe di xeta Heval Bêrîtan de dît û em li gorî wê tevlî bûn. Em ji Heval Bêrîtan fêrî parastina xwe bûn. Bangawaziya min jî ji bo giştî jinên Êzîdî heye ku bibin şopdarên Bêrîtan û li ser vê xetê bimeşin.
Gerîlayê HPG'ê Derwêş Kazîwa:
Heval Bêrîtan bi nîşandana îradeya azad ya jinê ve îspat kir ku îradeya tevgera Apoyî, tevgera azadî bi ti awayî nayê şikandin. Heval Bêrîtan bû sembola li hember xiyanet û xeta noker ya berxwedan û şikandina vê xeta noker. Jina Kurd bi berdewan kirina xeta Bêrîtan ve îradeya xwe ya azad diparêz e. Em wekî gerîlayên azadiyê soz didin ku em ê di xeta Heval Bêrîtan û gerîlayên jin ku li ser şopa wê dimeşin de xwe mezintir biafirînin û ti car ji rêya wan nazivirin.
Gerîlayê HPG'ê Mîlîtan Metîn:
Heval Bêrîtan xeta azadiyê ronî kir û da pêşiya me û îro em jî li ser wê şopê ne. Heval Bêrîtan bi ruhekî fedaiyane û bi fikrê Rêber Apo ve ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendalan avêt û rêya azadiya jinê vekir. Gelek kes tevlî tevgera me bûne navê xwe kirine Bêrîtan. Herî dawî Heval Rojger û Heval Asya jî di wê rêyê de meşiyan.
Gerîlayê HPG'ê Erdal Herekol:
Sekna Heval Bêrîtan li hember teslîmiyetê seknekî berxwedêr bû, bi taybet jî Heval Bêrîtan ji bo tevgera me bû sembola israra di azadiyê de. Em Heval Bêrîtan wekî fermandarekî û wekî rêyekî ji bo xwe esas digirin. Yê ku şer dike azad dibe, yê ku azad dibe bedew dibe û tê hezkirin, ev yek di şexsê Heval Bêrîtan de wateya xwe girt û şênber bû.
Gerîlayê HPG'ê Bawer Kobanî:
Heval Bêrîtan li hember xeta noker berxwedanî kir û em jî vê berxwedaniyê ji bo xwe wekî şanaziyekî dibînin. Heval Bêrîtan li hember xeta xiyanetê heta guleya xwe ya dawîn şer kir û herî dawî jî çeka xwe perçe perçe kir ku nekeve destê dijmin. Bi tîlîliyekî çalakiyekî fedaî kir. Fermandara me Heval Bêrîtan e û em ê heta dawîn rêça wê bişopînin.
Gerîlaya YJA Star'ê Gulçîn Hîwa:
Îro ew roje ku wekî jin em hîn bêhtir li nasnameya jin xwedî derbikevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bilindtir bikin. Lewra ev rêya azadiyê Rêber Apo ji bo me vekir, em jî berpirsiyar in ku ji çiyayan heta kolanan bi ruhê Bêrîtanê têkoşîn bikin û ji bo nasname û welatekî azad asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Gerîlaya YJA Star'ê Vînda Şaho:
Em şervanên heval Bêrîtan in û sekna wê ji bo me esas e. Niha di civakê de mînaka Narîn Guran heye. Vana hemû mînakên qetilkirina jin in û êrîşên li ser jin in. Divê jin êdî ji van kiryaran re bêje bes e û ji bo guhertina zîhniyeta zilam têkoşîna xwe bilind bike. Rêya vê jî xwe rêxistin kirin e. Her jin divê Rêber Apo bixwîne û xwe pêş bixe û xwe rêxistin bike. Gotina min a dawî ew e ku divê jin xwedî li fikrên Rêber Apo derbikeve, rêya Bêrîtan bişopîne û xwe azad bike.
Gerîlaya YJA Star'ê Azê Kurdistan:
Heger îro artêşa jin heye û jin dikarin di van çiyayan de şer bikin yekemîn bi saya Rêbertî piştre jî bi saya keda şehîdên jin in. Di şexsê Heval Bêrîtan de hêza jin hat dîtin. Pêvajoya niha jî ruhê Bêrîtan dixwaze, heger em bi ruhê Bêrîtan şer bikin em ê bikaribin vê pêvajoyê bigîhînin serkeftinê. Netewa jin divê xwe li têkoşînê rapêçe û li dora Rêbertî bibe xelek, heger em wiha bikin wekî jin ne tenê li Kurdistanê em di giştî cîhanê de azad bijîn. Ev jî ruhê Bêrîtan dixwaze û divê em bi ruhê Bêrîtan ve tevlî vê pêvajoyê bibin.
BEHDÎNAN














