Riya me riya berxwedanê ye

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:25

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê yê li ser avahiya kombûnê axivî û got: “Nikarin bi êrişan îradeya me bişkînin.”

Li kantona Dêrezorê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê beriya çend rojan şaneyên DAIŞ’ê agir bera navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya dabûn, bertekên li dijî êrîşê her diçe zêde dibin.

17’ê Cotmehê, komeke girêdayî DAIŞ’ê, li bajarokê Abu Hemam ê Dêrezorê, agir bera avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya da.

Di êrîşê de zirara madî çêbû. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya, Şehrezad El-Casim li ser êrîşê daxuyanî da diyar kir ku ev êrîş ‘hewldaneke tirsonek’ e û got: “Negihîştin armancên xwe; îradeya jinên azad bi tu êrîşan naşikê û dê jin tu carî teslîm nebin.”

Şehrezad El-Casim, bal kişand ku avakirina Kombûna Jinan a Zenûbiya girîng e, li herêmê yek ji kevirên bingehîn ên pergala neteweya demokratîk e. Li gorî Şehrazad El-Casim sedsala 21’emîn sedsala “azadiya jinan e” ji ber vê yekê çawa ku tevgera azadiya jinan xebatên xwe zêdetir kiriye di heman demê de rasterast bûye hedef û wiha berdewam kir: “Jin hem li mala xwe hem jî piştî şoreşê di hemû warên civakê de bûn xwedî roleke pêşeng. Vê rewşê dijberî polîtîkayên zihniyeta radîkal e. Ji ber bê yekê, weke nûnera fikrên azadiya jinan, hem ji hundir hem ji derve ve dibin hedef. Armanc şikandina îradeya jinên azad e, derbeya li destkeftiyên şoreşê ye. Bi vê yekê hewl didin di nava civakê de pêşî li vê yekê bigrin û vegerînin serdema cahîliyeyê. Riya me, riya têkoşîn û berxwedanê ye lê tevî hemû astengiyan em bi ser ketin. Jinan ji bo nasname û mafê gotinê gelek bedel dan. Nikarin bi êrişan îradeya me bişkînin.”

NÛJINHA/REQA/NÛR EL-EHMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.