Gotinên nefretê rawestînin

Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:50

Endamê Komîteya Danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Senherîb Bersûm di derbarê salvegera yekem a hilweşîna rejîma Baasê de axivî û diyar kir ku welat dikeve qonaxek girîng ku hewldanên hevgirtî hewce dike da ku ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve biçe.

Bersûm destnîşan kir ku peymana 10`ê Adarê, ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mezlûm Ebdî, û serokê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, Ehmed El Şeri de hatiye îmzekirin, tevî astengî û dijwarîyên ku pê re rû bi rû maye, qonaxek girîng a îsal bû. Bersûm der barê zêdebûna gotina nefretê û kînê û pevçûnên mezhebî hişyarî da, û ew wekî astengiyek li pêşiya pêvajoya rastîn a aştiyane û ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi nav kir. Bersûm destnîşan kir ku ew kesên ku gotinên mezhebî bikar tînin armanca wan ew ku şer û pevçûnan bidomînin û li ser hesabê êşa gelê Sûriyeyê berjewendiyên teng bi dest bixin. Senherib Bersûm bal kişand ser girîngiya diyalogê di navbera welatiyên Sûriyeyê de ji bo gihîştina nêrîneke neteweyî ya hevbeş. Her wiha destnîşan kir ku ezmûna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye bidestxistin modelek demokratîk ji bo jiyana hevbeş û aştiya sivîl di navbera civakên wê yên cûrbecûr de ava kiriye. Bersûm hêviya xwe anî ziman ku ev model wê li seranserê Sûriyeyê were pêkanîn, û bibe sedema avakirina dewletek ku pirrengiya neteweyî û olî nas dike û demokrasiya nenavendî û piralî wekî modela rêveberiyê qebûl dike, "bi vî rengî wê hêz û cihê Sûriyeyê hem li ser asta herêmî û hem jî li ser asta navneteweyî xurt bibe."

ANHA/BILIND HECÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.