Yekîtî ji zimanê nefretê xurttir e
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:45

Nûnerê qebîleya El Sadet El Şêxan Fehed El Şêxan ji bo tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got:“Feraseta xwişk û biratiya gelan bi pratîkî pêk anî. Projeya Rêveberiya Xweser rastiya dîrokî û civakî ya gelên Sûriyeyê îfade dike. Em hîna jî bi hev re li hemberî hemû plansazî û projeyên li dijî herêmê tê dikoşin. Hinek bûyerên ku li Sûriyeyê çêbûn û provokasyonên li ser medyayê hatin kirin, bûn sedema hinek binpêkirinan li ser asta kesayet û beşên ji êlên Ereban çêbe, lê ew nûnertiya hemû civak, qebîle û êlên Ereban nakin. Bûyerên li Reqa û Dêrazorê qewimîn helwesta hemû qebîle û êlên Ereban îfade nakin. Civaka me bi giştî bi hev re ye. Divê em li hemberî zimanê nefretê û provokayonên li ser medyayê têne kirin, çi hundirîn an jî herêmî bin, yekitî û jiyana xwe ya hevbeş biparêzin. Em bang li tevahiya pêkhateyên herêmê dikin ku projeyên parçekirine red bikin. Tenê bi yekitiya gelan em dikarin tê bikoşin û aramî li herêmê çêbe.”
ANHA













