Emîne Erciyes pêşenga azadiyê bû

Çarşem 10 Îlon 2025 - 16:45

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû şehîd Emîne Erciyes bi bîr anî û got:"Bi rastî jî gelekî hêja bû, gelekî bi coş û kelecan bû. Mirovan ji axaftina wê yekser bi kelecan û coşa wê dihesiya. Weke ku kenê wê timî li ser rûyê wê bû, ewqasî bi enerjiyeke erênî bû."

Mûstafa Karasû anî ziman ku Emîne Erciyes rizgariya Tirkiyeyê di azadiya gelê Kurd de didît û got, "Di tevlîbûna wê de aliyekî xwe yê enternasyonal hebû, lê bi aliyekî din jî xwedî armanca afirandina komareke demokratîk, Tirkiyeyeke demokratîk a bi gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê bû. Bi vê taybetmendiyê gelekî zû pê re bû yek. Ne weke enternasyonalîstek an jî biyaniyekê bû. Yekser bi hevalan re bû yek, bû parçeyek ji tevgerê, rêxistinê û partiyê."

Nirxandina Karasû bi vî rengî ye:

"Hevrê Emîne bi hesret, bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hevrêyeke me ya gelekî hêja bû, hevaleke me ya Tirk bû. Ji deşta Anatoliyê hatibû, bi karakterê saf û pak ên mirovên deşta Anatoliyê tevlî nava refên têkoşînê bûbû. Weke sosyalîstekê, weke şoreşgerekê tevlî nava refan bûbû, bi hest û fikrekî bi vî rengî beşdarî nava refan bûbû. Bêguman dema ku tevlî bû, analîzên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê bandor li hevala Emîne kiribû. Hevala Emîne weke sosyalîstekê tevlî bû û bi baweriya ku azadî û rizgariya Tirkiyeyê, demokrasiya Tirkiyeyê ji azadiya gelê Kurd derbas dibe tevlî bûbû. Çawa ku Kemal Pîr rizgariya Tirkiyeyê, rizgariya gelên Tirkiyeyê di nava azadiya Kurdistanê de dîtibû, hevrêya me Emîne jî hevaleke bi vî rengî bû.

Bi rastî jî gelekî hêja bû, gelekî bi coş û kelecan bû. Mirovan ji axaftina wê yekser bi kelecan û coşa wê dihesiya. Weke ku kenê wê timî li ser rûyê wê bû, ewqasî bi enerjiyeke erênî bû. Biçûya ku derê yekser hînî wê derê dibû, pê re aheng dibû, bi derdorê re dibû yek, enerjiyeke erênî dida derdorê. Bi vî rengî hevaleke gelekî hêja bû. Ji aliyê hemû hevalan dihate hezkirin, ji bo hevalan hemûyan cihê hurmetê bû. Bêguman hevalên jin ji ber ku bi hevala Emîne re bûn dikarin taybetmendiyên wê hîn bi berfirehî rave bikin, lê belê li cih û dema ku bi me re ma hevaleke welê bû ku taybetmendiyên xwe nîşan dida. Yanî ne miroveke welê girtî bû. Gelekî jî dilnizm bû. Bi hin mirovan re carna kompleks dibe, hin taybetmendî çêdibin, sermeselê taybetmendiyên neyînî, lê belê bi hevala Emîne re ti taybetmendiyeke neyînî tine bû. Saf bû, pak bû, xwe bi van taybetmendiyên xwe nîşan dida û xwe dida hezkirin.

Taybetmendiyeke din a hevala Emîne eleqeya wê ya ji bo huner û wêjeyê bû, ku kesayetiya wê radixist pêş çavan. Dixwend, dixwest hîn bibe. Lewma kesayetiya xwe hîn mezin dikir, pîvanên xwe hîn bilind dikir, taybetmendiyên xwe yên civakî xurt dikir. Hevalan hemûyan heval Emîne her tim nêzî xwe didîtin. Xwedî wê taybetmendiyê bû ku hema bibêje xwe nêzî her hevalan dikir. Li dibistanan perwerde jî da. Li dibistanên hêzên leşkerî jî perwerde dida. Perwerde dida ciwanan jî. Hevaleke perwerdekar bû. Di perwerdeyan de gelekî girîng e ku enerjiya erênî bê dayin. Bi hevalên ku perwerdeyê didin, bi hevalên ku tevlî perwerdeyê dibin taybetmendiya herî girîng a ku divê hebe, enerjiya erênî ye. Hevala Emîne jî bi enerjiya xwe ya erênî bandor li hemû hevalên xwe dikir ên ku ew perwerde dikir. Ji bo me ev taybetmendiyên wê girîng bûn.

Hevala Emîne bêguman tevkariyên gelekî girîng li têkoşîna azadiyê ya jinê jî kir. Xet, têkoşîna azadiyê ya jinê ji kûrahiyê ve fêhm kir û ew li nava hevalên xwe jî belav kir. Lewma ji bo xeta azadiyê ya jinê jî hevaleke pêşeng bû. Di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de jî xwedî roleke gelekî girîng bû. Ev ê jî neyê jibîrkirin, di nava têkoşîna me de wê her tim bê bîranîn.

Li ser vê bingehê hevala Emîne careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim, soza pêkanîna hesret û armancên wê dubare dikim."   ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.