Bi darvekirinê peyamekê dişîne

Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:35

Endama Kampanyaya Na ji bo Darvekirinê Surya Mahmoudî Tebar, diyar kir ku Rejîma Îranê di 9 mehên borî de nêzîkî Hezar û 400 mirov darve kirine û got: “Bi darvekirinê dixwaze peyamekê ji jinan û civakê re bişîne.”

Rejîma Îranê di 9 mehên borî de 29 jê jin bi giştî hezar û 400 mirov darve kirin. Di 3 salên dawî de 2 hezar û 910 mirov darve kirin. Tenê di hefteya borî de 59 mirov darve kirin. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê jî rejîma Îranê di Îlonê de, li rojhilatê Kurdistanê 47 kes bi dar ve kirin. Li gorî daneyên ku Mehmud Emîrî kom kirine, ji 26'ê îlona 2022'yan ve 2 hezar û 910 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji vana 83 jin, 37 girtiyên siyasî ne û 14 kes jî xwepêşander bûne. Li gorî daneyan 4 ji wan zarok in.

Li gorî daneyên mafên mirovan rejîma Îranê, meha tebaxê 197 kes bi dar vekirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ diyar kir ku meha tebaxê 197 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanya “Pêngava Sêşema Na ji bo Darvekirinê” di hefteya 91'ê de daxuyanî da û diyar kir ku Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hezar û 78 mirov darve kirin. Kampanyayê da zanîn ku tenê di hefteya borî de 59 kes hatine darvekirin û 2 jin û 2 jî zarok in.

Endamê Kampanyaya Na ji bo Darvekirinê Surya Mahmoudî Taber anî ziman ku Rejîma Îranê di 9 mehên borî de nêzîkî hezar û 400 kes bidarve kirine.

Surya Mahmoudî Taber da zanîn ku Rejîma Îranê ji şoreşa jinan ve cezayê darvekirinê zêde kirîye û wiha got: “Tenê di 9 mehên borî de, rejîma Îranê 29 jin di zindanan de darve kirin. Cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî mînakeke eşkere ya tirsa rejîmê ye. Bi darvekirinê dixwaze peyamekê ji jinan û civakê re bişîne.”

Lê tevî hemû darvekirinan şoreşa jin, jiyan, azadiyê berdewam kir û li cîhanê belav bû. Surya Mahmoudî Taber da zanîn ku berovajî vê, darvekirin dê bibe agirê ku di dilê her mrovekî azadîxwaz de geş dibe û hêza Komara Îslamî ya Îranê bişewitîne.

AW/MEHMET ALÎ ERTAŞ / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.