Tundî encama polîtîkayên sîstematîk e
Pêncşem 23 Cotmeh 2025 - 03:30

ROZA METÎNA / AMED
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gonul Uzunay têkildarî qetilkirina jinan û mirina bi guman a Rojîn Kabaîş diyar kir ku kujerên Rojînê tên parastin û got:"Tundîtûjiya li dijî jinan encama polîtîkayên sîstematîk e. Di dadgehê de, daraz û parêzerên kujeran li jiyana jinan dipirsin. Divê em jin jî li dijî vê yekê bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin."
Tundiya li ser jinan a sîstematîk dewam dike. Li her qadên jiyanê jin dibin hedefa mêran û daraza dewletê jî li hemberî jinan tê bikaranîn. Li dijî vê yekê têkoşîna jinan jî hem li qadan hem jî li malê dewam dike. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonul Uzunay têkildarî mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, qetilkirina jinan, tundiya li hemberî wan, bazara li ser zagonên jinan diparêzin, xebat û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nirxandin kir. Gonul Uzunay got:"Em hemû xebatên xwe yên siyasî wekî hewldanên hişyarkirina raya giştî dimeşînin. Wekî din, ji ber ku mijara azadiya jinan lêgerîna herî kûr a azadiyê ye, em têkoşîn û xebata xwe li dijî zîhniyeta mêr-dewletê û her qada desthilatdariyê dimeşînin."
Tundî encama polîtîkayên sîstematîk e
Gonul Uzunay di destpêkê de li ser qirkirin û tundiya li dij jinan wiha got:"Tundîtûjiya li dijî jinan encama polîtîkayên sîstematîk e. Hemû pratîkên siyaseta serdest a mêran, hemû amûrên ku ji bo domandina kapîtalîzmê, newekhevî, aboriya şer têne bikaranîn, tundûtûjiyê diafirînin û dubare dibe. Tundîtûjiya li dijî jinan piralî ye. Ew bi şiklê tundîtûjiya fîzîkî, psîkolojîk, sosyolojîk û aborî berdewam dike. Û mixabin, hemû jin ji vê tundîtûjiyê bandor dibin. Wêrekiya kesên ku jinan dikujin berhema polîtîkayek bêcezatiyê ye. Ji ber ku dadwerî û siyaset pêşî jinan sûcdar dikin. Di dadgehê de, daraz û parêzerên kujeran li jiyana jinan dipirsin. Helwestên sûcdarên mêr bêguneh dikin û bê ceza dihêlin û tundîtûjiyê di civakê de rewa dikin, rê li ber tundîtûjî û kuştinê vedikin. Divê em jin jî li dijî vê yekê bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin."
Têkoşîna yekgirtî divê
Gonul Uzunay li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê wiha got:"Pêngava yekem di vî warî de, bilindkirina hişmendiya raya giştî ya li ser şîdeta, li dijî jinan e. Ev hişmendî divê berî her tiştî qebûlkirina jinan wekî takekes pêş bixe û zihniyeta di nav civakê de biguherîne. Ji ber vê yekê, divê jin li dijî her cure îstîsmar û cudakariya zayendî bibin yek û di her aliyê jiyanê de ji bo wekheviya zayendî parêzvaniyê bikin. Divê sazî û platformên jinan têkoşîna yekgirtî bidin pêşiyê. Ji ber ku jin tenê bi têkoşîna kolektîf dikarin li dijî şîdeta mêr-dewletê bisekinin."
Kujerên Rojînê tên parastin
Gonul Uzunay bal bir ser mirina bi guman a Rojîn Kabaîş û wiha pê de çû:"Bêguman ew rastiya ku kuştina Rojîn Kabaîş piştî salekê jî nehatiye eşkerekirin, encama polîtîkayên ku me behs kirine. Bêewlehîya jinan a li malê, li dibistanê, li bazarê, li kolanê, li parlamentoyê û li cihê kar, kuştina jinan û tecawiza li wan tê kirin, ji ber dewlet erkê xwe yê sereke bi cih neyne, derdikevin holê. Ji ber van hemû sedeman, kujerên Rojîn Kabaîş hîn nehatine eşkerekirin. Ev gumanê derdixe holê ku kujer bi zanebûn têne parastin. Eşkerekirina rapora ATK'ê ya piştî salekê û piştrastkirina du nimûneyên DNA'yê yên mêr ên cuda ên li ser laşê Rojînê bi awayekî cidî nîşan dide ku tiştek an kesek rê li ber gihîştina encamek dawî û eşkerekirina rastiyê digire û sûcdar têne parastin.
Zagon dibin mijara bazarê
Gonul Uzunay li ser mijara zagonên jinan diparêzin û bazara li ser van zagonan jî wiha got:"Ew kesên ku qanûnên li dijî şîdeta mêran paşguh dikin, ew kesên ku qanûnên li dijî şîdeta mêran ji bo nîqaşê vedikin, ew kesên ku şîdeta mêran dipejirînin in. Heta ku zihniyeta mêran ji holê neyê rakirin qanûn dê neyên bicîhanîn û şîdet dê bi dawî nebe. Hikûmet û hevkarên wê jiyana jinan, dikin kartek danûstandinê ya di hilbijartinan de. Di hilbijartinên giştî yên herî dawî de, Partiya Refahê ya Nû, 30 daxwaz pêşkêşî AKP'ê kirin. Di nav de guhertina Qanûna Hejmara 6284'an a li ser Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şîdeta li dijî Jinan, wekî şertekî, hebû. Betalkirina vê qanûnê wekî kartek danûstandinê hate bikaranîn. Me dît her mafekî jinan diparêze dikare bi hêsanî di şevekê de were betalkirin, mîna Peymana Stenbolê, an jî ji bo armancên hilbijartinê were bikaranîn. Bi rastî, pergala dewleta mêr a heyî û hikûmet û hevkarên wê yên ku wê temsîl dikin, ti eleqeya wan bi parastina jinan an parastina maf û azadiya jinan tune ye. Berovajî vê, ew her gav amade ne destkeftiyên bi têkoşîna jinan a bi salan bi dest xistine, wekî mijarek bazarê bikar bînin da ku hêz û otorîteya xwe biparêzin. Êrîşeke li dijî van destkeftiyan jî berdewam dike."
Em xebatê li her qadê dimeşînin
Gonul Uzunay herî dawî behsa xebatên xwe yên li dijî tundiya li ser jinan û derbarê jinan de kir û wiha got:"Em çarçoveyên xwe yên siyasî û civakî bi paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan ava dikin. Hemû xebatên me bi wê perspektîfê têne kirin ji ber ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Ji bo têkoşîna li dijî vê yekê, demek dirêj e ku komxebat û lêkolînên li ser hişmendiya zayendî, wekheviya zayendî û jineolojiyê berdewam dikin. Me li gelek navçeyên xwe komxebatên Rizgariya Jinan jî li dar xistine. Bi pêşengiya Platforma Jinan, toreke ji bo têkoşîna li dijî tundîtûjiyê di nav saziyên demokratîk de hatiye damezrandin. Mixabin, tundîtûjiya li dijî jinan êrîşek berdewam e û em li her qad û deverê dibînin. Ji ber vê yekê, em hemû xebatên xwe yên siyasî wekî hewldanên hişyarkirina raya giştî dimeşînin. Wekî din, ji ber ku mijara azadiya jinan lêgerîna herî kûr a azadiyê ye, em têkoşîn û xebata xwe li dijî zîhniyeta mêr-dewletê û her qada desthilatdariyê dimeşînin."















