- Mêjiyê pirraniya Kurdan ew e ku ji bo her alozî û pirsgreka li duniya diqewimê, xwe berpirsiyar dibîne û zû bi zû sekna xwe zelal dike.
Mêjiyê pirraniya Kurdan ew e ku ji bo her alozî û pirsgreka li duniya diqewimê, xwe berpirsiyar dibîne û zû bi zû sekna xwe zelal dike.
Zaniyarî û haydariya xelkê me di çav û guhên wan de ye, ne di mêjiyê wan de ye. Ne tenê xelkê reşokî, giştî û sade; belkî pirranî ya siyasetvan, şirovekar û gelek zanyarên me jî dîsa bi şaşî û badilhewa li meseleyên girîng dinihêrin.
Ji bo şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, her zû gelê me dabeşî du bereyan bû. Li ser nav û behaneyên cuda, xelk ji xwe re bûn “Alîgirê Rûsyayê” yan jî “Alîgirê Ukraynayê”. Ya ku girîng e, ew e ku mirov di rastiya rewşa siyasî û exlaqî ya meseleyê bigihîje, lê serwext bibe. Lê, pirraniya gelê me bi awayekî romantîk û atîfî (hestyar) nêzik dibe, ne bi aql û mentiq.
Bila em bizanin ku xelkê Rûs û Ukraynî jî, her du weke xelkê me bûn qurbaniyên rejîmên xwe yên qirêj û bêbext. Ne dewleta Rûs mafdar e ku îradeya gelê Ukraynayê binpê bike û bi darê zorê welatê wan bike bin destê xwe; ne jî dewleta Ukraynayê mafdar e ku bibe dardestekî qirêj ji bo NATO´yê, hêzên sermayedarî û temahkariyê yên Emerîkî û Inglîz.
Ev şer, ne şerê gelên Rûs û Ukraynî ye. Belkî şerê du hêzên temahkariya sermayedariyê ne, û li binî, her du jî baş dizanin bi lîstika xwe ya qirêj bilîzin. Yanî, ne Pûtîn mafdar e û ne jî Biden. Li vir qalkirina li Zelesnkî ne lazim e; jixwe ew lîstok e, ne biryarbidest e; ew ne bi destê xwe ye jî. Ya rastî, ez Zelenskî wekî Barzanî dibînim, gava sala 2017´an bi teşwîqa Tirkan referandûmeka şaş û bêhesab kir û gelê Başûr jî bû qurbana siyaseta şaş û bêaqiliya Barzanî.
Di vî şerê qirêj de, ti kesê heq û mafdar nîne. Herkes li ba berjewendiyên xwe ye. Her kes aliyê berjewendiyên xwe digire. Îsraîl rasterast li dijî Rûsyayê nîne. Alîkariya Ukraynayê jî nake. Dewleta Tirk nikare rasterast li diji Rûsyayê be. Lê dixwaze li navbera Rûsan û NATO´yê de dîsa Bilîze. Li aliyekî Emerîka û NATO qala ambargoya li dijî Rûsan dikin, lê firotina nefta Rûsan li bazarê wekî berê dimeşe. Mal û tiştên Emerîkayê jî li Rûsyayê wekî berê tên firotin. Ya rastî ew e ku lîstineke qirêj di navbera wan de heye û wekî tifaqekê xuy dike, yeke ku her du jî baş pê dizanin ka çi dikin. Yên ku pê nizanin ka çi dikin, ew xelk û komên sade û guneh in, ew di heman demê de qurbanî û malwêranên vî şerê qirêj in.
Gelê me lazim e bi aql nêzîkî vê mesele û bûyerê bibe. Gelo Ewrûpaya ku niha ji bo Ukraynayê digirî, Gava dewleta Tirk û DAIŞ´ê êriş anî ser me, gelo wê malwêranî ya Kurdan nedît? Çima tiştek nekirin? Ji ber ku berjewendiyên wan ligel Tirkan bûn. Niha jî, gelê Ukraynayê bêkes dimîne, gava berjewendiyên NATO´yê di vî şerê qirêj de qediyan. Bila Kurd ligel heqiyê bin. Lê berjewendiyên qirêj ên Rûsya û NATO´yê ligel heqiyê nînin. Sekna me divê ew be ku em li diji her du hêzên sermayedar bin. Her du jî xirab in, her du qirêj in, her du neheq û bêbext in.