- Klîba ewil a “Konserên Tamarayê” ya ku Aryen Kom a li Wanê xebatên çand û hunerê dike, çêkiriye, li ser medyaya dîjîtal hate weşandin.
Klîba ewil a “Konserên Tamarayê” ya ku Aryen Kom a li Wanê xebatên çand û hunerê dike, çêkiriye, li ser medyaya dîjîtal hate weşandin. Hate eşkerekirin ku konser wê bidomin.
"Aryen Kom”, komeke mûzîkê ye ku di nav desteya Navenda Çand û Huner a Aryen Hûner de hatiye avakirin. Aryen Komê, Klîba ewil a Konserên Tamarayê li ser hesabên medyaya dîjîtal ên Kom Muzîkê weşandin. Di beşa ewil a konserê de Dengbêj Mukaddes û Dengbêj Yûsûf jî bi Aryen Komê re distirên.
Kom bi taybetî berhemên muzîkal ên Serhed û Behdînanê bêyî ku reseniya wan xera bike, aranje dike û pêşkeşî guhdaran dike.