Kolberek kete ber aşûtê
Çarşem 12 Sibat 2025 - 00:15
Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, roja 9’ê Sibatê kolberek Kurd bi navê Emîn Hiseynî (47) yê xelkê gundê Derekê ya ser bi bajaroka Sewlawa ya girêdayî Sine, li devera sinorî ya Mile Jalane ya Hewremanê ket ber aşûta berfê û jiyana xwe ji dest da. Hat gotin cenazeyê Emîn Hiseynî duh li gundê Derekê hat veşartin û ew bavê 4 zarokan bû.
NAVENDA NÛÇEYAN