Kabûsa tundrawan bûn

Nûçeyên Dosye

Çarşem 31 Adar 2021 - 01:10

  • Meghan Bodette: Divê ez weke jinekê bibêjim; divê jinên li seranserî dinyayê qenc berê xwe bidin jinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, ka çawa ew tevî êrişan hemûyan wêrek bûn, û ka wan tevî gefxwarinên gelek hêzan bi biryardarî çawa sîstema xwe ava kir.  

EYLUL DENIZ YAŞAR

Meghan Bodette ji Zanîngeha Georgetownê ji beşa Hiqûqa Navneteweyî mezûn bûye. Ew li DYE´yê dimîne, û li ser tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên mafên jinan, projeya xwe ya lêkolînê bi rê ve dibe. Vê projeya bi navê “Jinên winda yên Efrînê” rapor weşandin û bi van raporan dijminahiya dagirkerên Tirk û hevkarên wan beramberî jinan li Efrîna dagirkirî nîşan da.

Meghan Bodette dibêje, hem dewleta Tirk û hem çeteyên wê neteweperest in û di warê dînî de jî tundraw in, û armanca wan jî ne Kurd in; lê nexasim jinên Kurd in ên ku dixwazin civakeke azad û demokratîk ava bikin. Bi ya wê, ev dagirker jinên Kurd û rêxistinbûna wan weke tehlûke ji xwe re dibînin. Êrişên li dijî jinan ên piştî dagirkirina Efrînê jî ew wiha rave dike: “Piştî ku dewleta Tirk û komên bi desteka wê Efrîn dagir kirin, me dît ku jin ji siyasetê û ji tevahiya warên jiyanê bi darê zorê hatin îzolekirin. Me ev proje jî ji bo balê bibin ser rastiya li wir da destpêkirin. Ji ber ku ev zilm hebû, lê kesî behsa wê nedikir. Armanca me ya sereke ew e ku em bibin dengê heqîqetê, û çapemeniyê, hikûmetan û rêxistinên mafê mirovan teşwîq bikin da ku bi jinan re bibin alîkar.” 

Komên jinan Efrînê direvînin

Li gorî rapora lêkolînê, sala 2020´an hema hema her serê çar rojan jinek tê revandin yan jî wendakirin. Li ser vê rewşê ew dibêje, “Rewş mirovan dibehitîne. Me lîsteyek amade kir ka kî berpirs e ji zilma li jinan tê kirin; ez dixwazim wê bi we re parve bikim: 

  • Polêsê eskerî yê dewleta Tirk.
  • Tumena Hemza: Dîmenên hepseke neqanûnî ya li dijî jinan a vê komê jî derketin holê.
  • Tumena Sultan Murad: Ev kom pirr nêzî îstîxbarata Tirk dixebite. Ji revandina gelek jinan ev kom berpirsiyar e. Ew ji bo keçan û jinên ciwan bi endamên xwe re bide zewicandin jî direvîne.
  • Ehrar El-Şerqiye: Ev, ew kom e ku di dema dagirkirina Serê Kaniyê de Hevrîn Xelef qetil kiriye.

Di vê lîsteyê de em dibînin ku komên herî zêde nêzî dewleta Tirk, ew kom in ên ku herî zêde zilmê li jinan dikin. Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe ya Sûrî ya Neteweyên Yekbûyî jî di rapora xwe ya dawî de bi vî mijarê dadikeve. Di raporê de tê gotin, jinên li Efîrna dagirkirî newêrin ji malên xwe jî derkevin derve.”

Bêhtirî 200 sûcî belge kirin
Meghan Bodette dibêje, wê ji 2018´an ve bêhtirî 200 bûyerî belge kirine û wiha dewam dike: “Ez jê piştrast im ku ev hejmar gelekî ji vê zêdetir e. Gelek mirov hîna jî ditirsin ku behsa wan tiştên hatine serê wan, bikin. Min tenê ya eşkerebûyî dît. Ji bo ku dewleta Tirk û hêzên wê yên wekîl ji ber ku herêmên dagirkirî ji bo jinan kirine deverên jiyan li wan nebe, karibin bikevin ber lêpirsînê, pêdiviya me bi lêpirsîn û hesabpirsîneke bi rastî heye.”     

Helwêsteke wêrek a jinan
Ew ji bo êrişên li dijî jinan ên li Rêveberiya Xweser dibêje, “Bi ya min mêrên muhafezekar ji hêza jinan aciz dibin, û wan dikin hedef. Li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûrî azadiya jinê li her warî li pêş tê dîtin, û ev jî yek ji destketiyên herî mezin ên tevgereke azadiyê ye ku vê serdemê bi dest bixe. Trajediya li Hesekê, nîşan da ka tirsa ji jinan gihiştiye çi astê. Herdu jinên Ereb, ev fikrên ji bo herêma wan nû, dixwestin ji civaka xwe re rave bikin, ji bo vê gav avêtibûn, xwe dabûn ber rola pêşengiyê. Ev helwêsteke gelekî wêrek bû. Bi ya min, tişta van jinan kirî, kabûsa herî mezin a wan hêzên tundraw bû yên ku çar aliyên herêmê girtine.

Divê ez weke jinekê bibêjim; divê jinên li seranserî dinyayê qenc berê xwe bidin jinên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, ka çawa ew tevî êrişan hemûyan wêrek bûn, û ka wan tevî gefxwarinên gelek hêzan bi biryardarî çawa sîstema xwe ava kir.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.