Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kirin
În 27 Hezîran 2025 - 03:10
Hunermend û helbestvanan bi lêv kirin ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û gotin:” Rêber ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo aştiya li herêmê û cîhanê têdikoşe. Daxwaza me pir hêsan e: rê bidin me da ku em bi rêberê xwe re hevdîtin bikin.”
Tevî ku 26 sal di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne, daxwazên ji bo hevdîtina bi wî re û rakirina tecrîdê zêde dibin. Ev daxwaz di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" zêde bûn ku wekî qonaxa sêyemîn a kampanyaya di sala 2022’yan de bi dirûşma "Azadî ji bo Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd" dest pê kir.
Helbestvan, hunermend û rewşenbîrên li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê hêviya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û tekez kir ku ew ne tenê rêberekî siyasî ye, lê di heman demê de di warên raman, huner û çandê de jî îlham daye wan.
Helbestvan Hesen Saado got gel bi hesreta dîtina Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Divê her kes guh bide Rêber Abdullah Ocalan. Ew ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo aştiya li herêmê û cîhanê têdikoşe. Daxwaza me pir hêsan e: rê bidin me da ku em bi rêberê xwe re hevdîtin bikin.”
Hunermendê folklorê Mihemed Bedran ê li bajarê Hesekê da zanîn ku gotin û stranên hunermend li ser Rêber Abdullah Ocalan dibêjin hêviyeke mezin nîşan didin ku ew dê di nava wan de bi azadî, rûmet û aştî bijî.
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê Salah Îbrahîm, wiha got, "Ez, mîna gelê Kurd û gelên din ên ku bi hesreta azadiyê ne, pir dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim. Ez hêvî dikim ku li ber wî bistrêm û î kenê wî bibînim."
Hunermend Ebdulrehman Baravî, endamê Navenda Çand û Hunerê ya li Dirbêsiyê, ku çend caran li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, got ku rêber "rêya jiyan û têkoşînê li ber gelê Kurd vekiriye , em jî bi rêya hunerê vê têkoşînê dewam dikin. "
ANHA/HESEKÊ/DIYAR EHMED