Tîrêjên projeya azadiya jinê
În 27 Hezîran 2025 - 03:00
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir da zanîn ku wan bi heval û têkoşerên weke Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî re, projeya xwe temam kirine û êrîş vala derxistine.
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Bekir li ser 5’emîn salvegera komkujiya Helincê axivî.
Destpêka planek mezin bû
Zozan Bekir diyar kir ku komkujiya Helincê destpêka planek mezin a tunekirina şoreşa jinê bûye û wiha got: “Di kesayeta şehîdên komkujiya Helincê de, em tevahî têkoşerên jinên ku di oxira temamkirina pirojeya azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk û wekhev de canê xwe feda kirin, bibîr tînin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî serkeftina berxwedana Kobanê, di 25’ê Hezîrana 2015’an de komkujiyeke hovane li ser gelê Kobanê pêk anîn ku di encamê de bi dehan zarok, jin, mêr, pîr û kal hatin qetilkirin. Hîn birînên vê komkujiyê nehatibûn girtin, gelê Kobanê bi komkujiyeke din re rûbirû hat ku ew jî di 23’ê Hezîrana 2020’an de pêk hat. Di vê komkujiyê de sê jinên ku ji bo azadiya jinê pêşengî dikirin, ji bo avakirina civak û pergaleke demokratîk û wekhev têdikoşiyan û bê navber ked didan, hatin qetilkirin. Dewleta Tirk cara yekemîn bû ku rêbazekî wiha di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bikar tîne. Êrîşên bi riya balafirên bê mirov, neçariya dewleta tirk a li hember berxwedan û îsrara gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir. Dewleta Tirk bi armanca qirkirin û tesfiyakirina şoreşa me, rêbazên hovanetir bipêş xist. Komkujiya ku li gundê Helincê jî pêk hat, destpêka planeke berfireh ê tunekirinê bû ku mêjiyê mirov dîmenên bûyerê ranakin.”
Projeya azadiya jinê temam bû
Endama Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir nirxandinên xwe bi van hevok û peyaman bi dawî kir: “Tê bîra min, gelek caran ji bo tevgera balafirên bê mirov jinan nikaribû xwe bighînin cihê civîn, perwerde û xebata xwe. Jinan li dijî van astengiyan serî hildan, bedel dan û ji xeta xwe venegeriyan. Heta niha jî jin di hemû qadên jiyanê de ji komînan heta meclîs, siyaset, parastin û xebatên cuda, li ser karê xwe ne. Weke jin û gelê Kobanê jî, ez dikarim teqez bikim ku vîn û îsrara me bilindtir bû. Bi windakirina pêşengên tevgera jinê ya Rojavayê Kurdistanê Kongra Star e, wêrekî û biryardariya jinan a berdewamkirina xeta Zehra û Hebûnan gihîşt lûtkeyê. Wiha jî me xebatên xwe yên rêxistinî û bîrdozî zêdetir kirin da ku em bersiva xwe bi rengekî tê xwestin bighînin dijminên jinan. Rêxistinbûn, sekin û pirojeyên jinan di vê astê de ne. Heta ji bo ku jin bikarbin di pêşeroja Sûriyeyê de bi nasnameya xwe ya rast, nêrîn û fikrên xwe xwedî hebûn bin, li dijî karakterê ku ji aliyê dewletê û hişmendiya zilam ve hatiye avakirin xwedî bîrdozî û kesayeta ku Rêber Apo pênase dike, em têdikoşin. Bi baweriya Rêber Apo û îsrar, biryardarî û berxwedana jinan, planên van hêzan berovajî bûn û projeya me temam bû.”
NÛJINHA /KOBANÊ/BERÇEM CÛDÎ