Ji bo girtiyan divê zagon bên guhertin
În 27 Hezîran 2025 - 03:05
Sekreterê şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman têkildarî konferansa ÎHDê ku di 21-22’yê Hezîranê de pêk hat da zanîn mijarên girîng li konferansê hatine nîqaşkirin û got:” Pêwist e ji bo girtiyên siyasî zagon bên guhertin û zagonên nû bên derxistin.”
Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 21-22’yê Hezîranê de li otelek Amedê bi şîara “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” konferansek li dar xist. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê, pêkahtina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş kirin. Sekreterê şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman têkildarî konferansê axivî.
Omer Saman destnîşan kir ku di konferansê de gelek pêşniyar hatin kirin û wiha axivî: “Operasyon berdewam dike. Ev jî civakê ditirsîne. Gel dixwazê dewlet gavan biaveje. Ji bo aşitî pêk bê hin gavên girîng hene. Yek ji wan girtiyên nexweş û siyasî ye. Li gorî rapora ÎHD’ê 1412 girtiyên nexweş hene. Di nava wan de 300 kes giran in. Divê demildest ew bên berdan. Xala duyemîn jî divê xala zagona TMK bê guhertin. Ji bo pêvajo baş bimeşê divê komîsyon bên avakirin. Ji ber ku şerên di demdirêj de gelek mafên binpêkirinê derketine holê. Îro hêj jî pêşengên gel bê gor in. Divê gorên wan kesan bê dîtin. Divê ji malbatan lêborîn bê xwestin. Ev kes di nava gel de wekî “terorîst” hatin pênasekirin. Lê ew parêzwanên gelê xwe bûn. Em wekî kesên parezvanên mafê mirovan her heftê derdikevin qadan û aqûbeta kesên winda dipirsin. Divê dewlet bi malbatê windayan re rû bi rû bê. Divê vegera gundan jî bê axaftin. Ji ber ku di wan deman de gelek kes hatin kuştin. Me di konferansê de mijarên giring nîqaş kir.”
Omer Saman bibîrxist ku serokkomer dikarê bi îmzayekê girtiyên nexweş ji girtîgehê derxe û wiha bi dawî kir: “Di encamnameya konferansê de me diyar kir ku divê mijara girtiyên nexweş û siyasî bêçarserkirin. Di girtîgehê de kesên ku me tespît kirine hene. Raporên wan hene. Lê hêj jî wan bernadin. Kesên ku rapor amade dikin ditirsin. Divê kesên raporan amade dikin de netirsin. Pêwist e ji bo girtiyên siyasî zagon bên guhertin û zagonên nû bên derxistin.”
AW/OMER DEMÎR