- Projeya bi navê “Zarhunera Havînê” ku li Rojava bi hevkariya çend saziyan diçe serî, 3 salên xwe temam dike. Ev proje hewl dide bi rêya hunerê zarokan fêrî ziman bike û her wiha di warê çandî û civakî de jî asoyên nû li ber zarokan vedike.
BERFÎN DENÎZ / FRANKFURT
Li Rojava îsal projeya “Zarhunera Havînê” dikeve sala 3an. Ev proje armanc dike ku zarok bi rêya hunerê nasnameya xwe nas bikin û geşepêdana xwe ya civakî pêş bixin. Projeya ku bi pêşengiya TEV-ÇAND Mezopotamya û Şanoya Çiya tê organîzekirin, bi piştgiriya Komeleya Fonti Di Pace ya navenda wê li Îtalyayê ye, Şaredariya Durango û Suargi Elkartea ya ku li Herêma Baskê piştevaniya projeyên civakî dike, diçe serî. Koordînatora Projeyê Ekin Ronî got: “Zarok bi hunerê mezin dibin. Hem çanda xwe fêr dibin hem jî di warê civakî de pêş dikevin.”
Proje yekem car di sala 2023’an de bi 150 zarokan dest pê kir û bi perwerdeya şanoyê bingeha xwe danî. Sala buhirî li Dêrikê ji 200 zarokan re kursên şano, wêne û muzîkê hatin dayîn. Îsal jî proje hê berfirehtir bûye û armanc dike ku bigihîje 1000 zarokên di navbera 7-14 salî de. Ronî got: “Tevî îmkanên kêm, em serpêhatiyên her du salan tînin ba hev û xebateke berfirehtir dimeşînin.”Dirûşma projeya îsal jî ev e ku yek ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan e; “Emê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin / Bedewî û zanistê fêr bibin” Ronî diyar kir ku zarokan piştî helbesta Ocalan ev dirûşm bixwe diyarkiriye.
Perwerdeya pirzimanî û pirnavendî
Kursên ku di meha Hezîranê de dest pê kirine, heta nîvê Tebaxê dewam dikin. Perwerde li navendên wekî Dêrik, Kobanê, Qamişlo, gundê Gir Bawi, Til Koçer, Sirîn, Cizîrê û Êyn Îsa têne dayîn. Bi giştî 15 mamoste, bi zimanên Kurdî û Erebî dersan didin.
Hin navendên perwerdeyê ev in:
Li Dêrikê: Kampa Serêkaniyê û Navenda Çandê a Dêrikê
Li Rimêlanê: Aram Tîgran û li Herema Koçera Navenda Çandê ya Parqînê
Li Qamişlo: Xebatên ji bo zarokên koçber ên Efrînî
Li Til Koçer, Sirîn û Êyn Îsa: Perwerdeyên bi Erebî ji bo zarokên Ereb
Bi hunerê jêhatîtir dibin
Perwerde ne tenê kursên kurt in; bi awayekî dibistanê tevahiya rojê têne meşandin. Di nav naveroka dersan de şano, muzîk, rîtm û govend hene. Bi vî awayî hem perwerdeya zimanê dayikê tê dayîn hem jî veguhestina çandî ya pirzimanî tê piştgirîkirin. Ronî diyar kir ku ji bilî perwerdeya hunerê, ji zarokan re fersendên kêfê yên wekî fîlmên kartonî, şanoya kûklan û konseran jî têne pêşkêşkirin û got: “Ji bilî perwerdeya hunerê, armanc ew e ku zarok tevlî jiyanê bibin, berpirsiyariyê bigirin û jêhatîbûnên xwe yên civakî geş bikin.”
Di 15’ê Tebaxê de bi dawî dibe
Bernameya ku nêzî du mehan didome, di 15’ê Tebaxê de bi çalakiyeke mezin a dawîkirinê bi dawî dibe. Di dawîkirinê de, pêşangeheke wêneyan a bi temaya “1984”, 10 lîstikên şanoyê yên bi şêweya fablê û pêşandanên muzîk, rîtm û govendê yên ku zarokan amade kirine wê bêne pêşkêşkirin. Zarok her wiha bi hilberînên xwe wê di 1’ê Îlonê de tevlî festîvala 10’emîn a ku ji aliyê Tevgera Çanda Jinê ya Hîlala Zêrîn ve tê organîzekirin bibin. Kurs li gelek navendan bi eleqeyeke zêde didomin. Heta niha hejmarên tevlîbûnê wiha ne: “Kampa Newrozê: 38, Dêrik: 80, Girkê Legê: 73, Til Koçer: 87, Girbawî: 52, Qamişlo: 30, Hesekê: 84, Kobanê: 55, Navenda Çandê ya Parqînê: 71, Sîrîn û Êyn Îsa: 20” Ronî diyar kir ku ew ji eleqeya ji bo projeyê memnûn in, qeyd dewam dikin û got: “Herî dawî li Rimêlanê koma Feraşîn a ji 35 zarokên malbatên şehîdan pêk tê jî hate avakirin.”
Piştgirî ji Fonti Di Pace
Komeleya Fonti Di Pace ya ku navenda wê li Mîlanoyê ye, piştgiriya maddî û manewî dide projeyê. Komele xebatên xwe yên ji bo civakên dezavantaj xwedî kirine bi esasê dilxwaziyê dimeşîne.Ji bo kesên ku dixwazin bexşê bikin:
Fonti Di Pace
Codice Fiscale: 97409660152
IBAN: IT45N0103001656000002624683
Sedem (Causale): Rojava zarok