Biryara berdana girtiyê nexweş da
Sêşem 1 Tîrmeh 2025 - 02:45
Cezayê girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji aliyê Serokkomarê Tayyîp Erdogan ve hate betalkirin.
Li ser daxwaza Wezareta Dadê, cezayê girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, bi biryarnameyeke ji aliyê Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ve hatiye weşandin ve hat betalkirin.
Endamê Komîsyona Edaletê ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêrê Îdîrê Kerîm Boran, bi hinceta ku du malbatên di navbera wan de rageşî hebû li hev aniye, tevî 8 kesên temenê wan mezin di sala 2021'ê de ceza lê hate birîn. Boran, ji 2021'ê ve girtî ye û nexweşiyên wî yên weke dil, qelewî, KOAH, prostat û parkînsonê hene. Saziya Tiba Edlî (ATK) di 2'yê Cotmeha 2023'yan de der barê Boran de rapora “rewşa kalbûnê heye” da. Lê belê tevî vê raporê jî Boran nehatibû tehliyekirin.
Parêzerê Boran, piştî vê biryarê di çarçoveya “Efûya serokkomar” de serî li Wezareta Dadê dabû. Wezaretê, di 18'ê Îlona 2024'an de tevî rapora ATK'ê serlêdan şand ji bo Serokkomariyê.
Serokkomar Erdogan der barê Boran de biryarname weşand û cezayê wî betal kir. Piştî biryarê Boran ji girtîgehê derket.
NAVENDA NÛÇEYAN