Ne tenê edlî polîtîk e jî

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:30

Li Şirnex û navçeyên wê ku gelek caran bi polîtîkayên şerê taybet di rojevê de ne, li rexekî qirkirina ekolojiyê û li rexa din jî bi sûcên li dijî jin û zarokan di rojevê de ne. Tenê di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li dijî zarokan 5 bûyerên sûcên zayendî hatin kirin. Balkêş e ku ev faîlên ku di saziyên cemaweriyê de dixebitin jî negirtî tên darizandin. Sûcên di nava du mehan de di raya giştî de cih girtin ev in:  

* Di 30’ê Nîsanê de li dibistaneke seretayî ya li Şirnexê zarokên bi navên D.S.B. (13), M.A. (11), A.A. (11) û A.G.Z. (12) rastî tacîza zayendî ya mamoste Muammer Ugur hatin. 

* Polîsê bi navê Oguzhan Yucesoy, di 27’ê Gulanê de li Şirnexê “îstîsmara zayendî” li zarokek 15 salî kir û DNA ya polîsî li ser cilên zarokê hate tespîtkirin. Tevî vê jî faîl negirtî tê darizandin. 

* Di 1’ê Hezîranê de derket holê ku xebatkarê şaredariyê Cevher Ş. li Şirnexê tacîza zayendî li zarokekê kiriye û hatiye girtin. Parêzerê faîlî bi îdiaya “hişê wî li serê wî nîne” ev kes parast.  

* Di 10’ê Hezîranê de derket holê ku kesê bi navê Yûsûf Acar tecawizê 4 zarokan kiriye. Piştî giliyê malbatan, faîl hate binçavkirin û ji sûcên “îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan” û “îstîsmarkirina biwesf a li dijî zarokan” hate girtin.  

* Di 20’ê Hezîranê de derket holê ku mamosteyê bi navê Sadun Vural li dibistaneke amadehî ya li Silopiyayê li wargeha xwendekaran, di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 zarokan kiriye. Faîlê ku negirtî tê darizandin, tenê bi demkî ji peywirê hate dûrxistin.  Seroka Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr têkildarî sûcên zayendî yên li herêmê li dijî zarokan zêde dibin, axivî. 

Necezakirin cesaretê dide 

Emîne Ozdemîr, diyar kir ku helwesta faîlan diparêze bi xwe re necezakirinê tîne û got:“Mekanîzmaya venêrînê qels e, malbat û zarok li dijî van sûcan zana nînin û çalaknebûna saziyan dike ku pêşiya van îstîsmaran neyê girtin. Hêzên ewlekariyê, rêveberiyên herêmî û yekîneyên xizmeta civakî di mijara parastina ewlehiya qada jiyanê ya zarokan de qels dimînin. Ev jî sedemek e. Ango newekheviya civakî, xizanî û xwenegihandina perwerdeyê dike ku zarok ji torên civakî yên parastinê dûr bisekinin. Temenê zarokan biçûk e, ditirsin van travmayên xwe vebêjin û bi rehetî tên bêdengkirin. Ev jî dike ku ew bûyer neyên zanîn. Her wiha pergal feodal a li herêmê jî dike ku ev bûyer bên veşartin. Necezakirin, zemîna dubarekirina sûc çêdike.” Emîne Ozdemîr, got ku weke komîsyon hemû bûyeran dişopînin û got:“Malbat tên tirsandin, delîl tên tunekirin û di pêvajya tipa edlî de binpêkirin zêde ye. Faîl piranî negirtî tên darizandin û bi îdiaya ‘delîl kêm in’ tên beraetkirin. Bi taybet jî di bûyerên îstîsmarkirina zarokan de pêvajoya komkirina delîlan, li gorî statûya faîl a di nava civakê de teşe digire û gelek caran îfadeya zarok bi tenê tê hiştin. Di rewşên daraz li cem faîl cih digire de îstîsmar ne tenê meseleyeke edlî, di heman demê de meseleyekî polîtîk dibe.” 

Dema faîl polês û leşker bin… 

Bi domdarî Emîne Ozdemîr got ku di bûyerên li herêmê de heke faîl hêzên ewlekariyê bin, polîtîkayên necezakirinê bêhtir xwe nîşan dide û got:“Di vê pêvajoyê de me dît ku di gelek bûyeran de dozger lêpirsîneke baş nake, hêzên ewlekariyê tevdîrên parastinê nakin û di pêvajoya komkirina delîlan kêm tê hiştin. Em di mijara xwegihandina dosyayan de zehmetiyan dikêşin. Bersûc û malbatên wan, beriya gilî were kirin zextê li zarok û malbatên wan dikin û hêj ji serî ve zirarê didin pêvajoyê. Tevî hemû astengiyan jî, ji bo faîl hesabê bidin em ê heta dawiyê têbikoşin.” Emîne Ozdemîr, got ku bi taybet jî gelek girîng e zarokên tecawiz lê hatiye kirin bêyî serê xwe bişon û cilên xwe biguherînin divê di nava 72 saetan biçin nexweşxaneyê û got:“Ev pir girîng e. Nexwe dê dîsa bi îdiaya ‘delîlên kêm’ biryara beraetê bidin. Li dijî îstîsmarên zayendî ne tenê daraz, têkoşîna civakî jî pir girîng e. Ji gel heta rêxistinên civaka sivîl, divê her kes xwedî sekn be. Bêdengî, cisaretê dide faîlan û piştevanî zarokan diparêze.” 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.