Çeteyan zilm li jinekê kirin
Duşem 30 Hezîran 2025 - 03:00
Li Efrînê binpêkirina mafan dewam dikin. Çeteyên dewleta tirk a dagirker di bin gefa çekê de jinek bi darê zorê ji mala wê derxistin.
Li gundekî bajarê Cindêrêsê yê Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta tirk bi tundî êrişî jinekê kir. Çeteyan di saetên derengiya şevê ya hefteya borî de gule li dikana wê jinê barandin û bi çakûçan kel û pelên dikanê talan kirin.
Jina ku hûrgiliya bûyerê vegot, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma berê, ew tevî hevjînê xwe vegerîn warê xwe, lê dîtin niştecihên hawirde mala wê desteser kirine. Ruxmî hweldanên wan ên daxwaza mafên xwe, lê niştecihan red kir ku ji malê derkevin, di encamê de hevjînê wê bi krîza dil wefat kir û li goristana herêmê hat oxirkirin.
Piştî çend mehan ji israrkirinê, wê jinê mal û dikana xwe ya xwarinê vegerand, lê di demek kurt de bi destdirêjî û gefên dubare yên ji aliyê çeteyan ve rû bi rû ma. Çeteyan li hember mayîna wê ya li mala xwe, pere jê xwestin. Di dawiyê de çekdaran bi şevê gule barandin û tiştên di dikanê de talan kirin.
Jina ku nexwestiye navê xwe aşkera bike, biryar da ku di roja piştî bûyerê de ji bajarê xwe derkeve û berê xwe bide taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê. Wê jinê diyar kir ku heta dagirker û çete ji Efrînê giştî venekişin, ew careke din venagere.
ANHA/HELEB/NESRÎN ŞÊXO