J&J´yê Kurdicaya Şîlan Dostkî weşand

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 30 Cotmeh 2023 - 16:11

Weşanên J&J´yê berhemeke nû weşand. Ev berhema nû ya Şîlan Dostkî ye û bi navê “Kurdica - Lîsteya Navên Zanistî yên Dar, Giya û Gulên Kurdistanê: Beşê 1” derçûye.

Di pêşgotinê de Şîlan Dostkî ji bo berhema xwe wiha nivîsandiye: “Kulîlkên Kurdistana Rengîn di pencereya cîhanî de geş bûne. KURDICA (Kurdîka-1) mûmdanên welatê me di hişmendiya rojhilatnas, pispor û şarezayên navdewletî de ne.Dema ez seredana flor an pêzanînên baxçeyên cîhanî dikim, ji nişkav ve bi dîtina kulîlkeka Kurdistanî ku bi destê wan hatiye tomarkirin pir şad dibim, li ser dixwînim û vekolînê dikim. Ji wan rûpelên ji lêkolînên min ên berdewam, min gurzek gul û kulîlkên ku bi navê KURDICA (Kurdîka - 1) hatine tomarkirin di vê berhemê de ji bo we pêşkêş kirine.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.