Ev bû 23 sal ku Rêber Birêz Abdulla Ocalan li zindana xedrê de ye. Lê, hizr û ramanên wî li meydanan, li kolanan, li ser ziman û di nava dilê miletekî azadîxwaz de ye. Gava em birêz Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd bi nav dikin, em mafdar in. Ji ber ku birêz Ocalan ji bo vî gelê, tevahiya jiyana xwe weqf kiriye. Lewma, ew bûye sedema vejîna vî gelî û nirxên azadiyê nişanî gelê Kurd dane.
Lê belê, hizr û keda Ocalan û hevalbendên wî, ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê ne, belkî ji bo pirranî ya xelkên Rojhilata Navîn bûne sedem a şiyarbûn û xwedîderketina li maf û nirxên civakî û daxwazên gelan ji bo Azadiyê. Heger Ocalan fizîkî di Zindanê de be jî, miheqeq bi hizr û ramanên xwe ew li derve ye.
Jinên ku ji demeke dirêj ve kole û bindest in; ne tenê weke mêran kole û bindestê sîstem û civakê ne, belkî koleyên destê mêran in jî. Niha li meydanan û di nav çeperên şer de û li ser kar û xebatên cûr bi cûr, ew bûne sembola azadiyê û xebata ji bo azadiya jin û mêran. Ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku ev yek rasterast berhemên ked û xebatên birêz Ocalan û rê û rêbazên wî ye.
Slogana “Jin jiyan azadî” ku bi salan e li meydanên cuda cuda yên dinyayê li ber guhê me dikeve, em dibihîsin, tim û tim gotina birêz Ocalan e. Pratîka vê sloganê jî, tim û tim ji hizr, ked û xebatên birêz Ocalan tê. Gelo tiştek ji wê mezintir heye ku rêberek di zindanê de bê ragirtin, lê hizr û gotinên wî di nava dilên bi hezaran de be û li ser zimanê bi hezaran be? Heta belkî jî bikeve nava dilê bi milyonan xelkî û li ber guhên wan bikeve!
Şehîdbûna Jîna Amînî li Kurdistan û li Iranê û li tevahiya navçeyên Rojhilata Navîn; dengvedaneke pirr mezin çêdike ku êdî gelên vê navçeyê naxwazin zilm û bindestî ya zordaran qebûl bikin. Ji Bihara Gelan a 2011´an heta niha, em dikarin bi zelalî xeyal û hizra Ocalan bibînin. Ji niha û pê ve û di Bihara Gelan a Îranê de em slogana “Jin jiyan azadî” ya Ocalan dibînin û dibihîsin. Ez dikarim bibêjim ku sed sala li pêşiya me, êdî ne dora hizrên kevin û qirêj e. Desthilatên pawanxwaz êdî nikarin gelan bindest bikin. Miheqeq para “Jinên azad” li vê şoreşa teze, pirr diyar e. Hizr û ramanên azad yên birêz Ocalan jî pirr zelal dibe manîfestoya şoreşa azadiya gelan ku bi pêşengiya jinan û di bin deng û sîbera slogana “Jin jiyan azadî” de dibe.
parvê bike
Nivîsên Seevan SAEED
Têgeha siyasetê
20 teşrînê
Têgînên Şer û Aştî
9 cotmeh
Bê bextî ya KDP heya keî?
31 tîrmehê
Kurdên surgûnbûyî yên Qazaqistanê
3 tîrmehê