Ji Weşanên Zîzê du berhemên nû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 17 Çile 2024 - 05:25

Weşanên Zîzê ya ku par li Amedê dest bi xebatên xwe kir, ragihand ku ew ê di nava vê mehê de du pirtûkên nû çap bike.

Ji van pirtûkan yek jê ya bi navê “Duşema Rengîn-3 kêm deh deqîqe” ye ku ji hêla nivîskar Sîdar Jîr ve hatiye nivîsandin. Weşanên Zîz beriya mehekê jî pirtûka Sîdar Jîr ya bi navê “Dozdeh Çirk” çap kiribû û ev pirtûk jî ji zincîreçîrokan pêk tê.

Nivîskar û helbestvan Eyşana Beravî jî êdî bi hemû berhemên xwe li Weşanên Zîzê ye. Eyşana Beravî ya ku bi romana xwe ya “Bihuşta Xezalan” dihat zanîn, vê carê pirtûkeke bi navê “Du Mohrên Nexwendî” ya helbestan nivîsandiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.