Ji vê şaşitiyê vegere

În 6 Îlon 2024 - 03:05

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di nava du hefteyan de di êrîşên terorê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk de 7 kes hatin qetilkirin û got:"Di nava du rojên dawî de li qadên Bradost û Raperînê di encama êrîşên terorê yên artêşa Tirk a dagirker de şêniyên me Bedî Kemal Mûhammed, Mûzaffer Huseyîn Xidir, Mûhammed Mûzaffer Huseyîn û Mûbîn Mûzaffer Huseyîn şehîd bûn. Beriya niha bi du hefteyan jî li herêma Şarezorê di êrîşê de ji kedkarên pêşeng ên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn. Di 31'ê Tebaxê de Hakîm Luqman li Stenbolê tenê ji ber ku bi Kurdî axivî ji aliyê keriyên faşîst ên xwe ji AKP-MHP'ê xwedî dikin, bi xwînxwarî hate qetilkirin. Yanî di nava 2 hefteyan de 7 mirovên me di encama êrîşên terorê û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de şehîd bûn. Di serî de malbatên şehîdan em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Ev şehadet piştî mohrkirina lihevkirinê ya navbera Tirkiye û Iraqê ya 15'ê Tebaxê pêk hatin. Diyar e ku ev metna lihevkirinê ji bilî teror û komkujiyê tiştekî din ji gelê Kurd û gelên Iraqê re neaniye, nayne. Mebesta Tirkiyeyê ji pêşketin, aramî û pêşveçûna aboriyê teror û komkujî ye. Peymana navbera Iraq û Tirkiyeyê hate mohrkirin wê komkujî û terorê bîne. Gotinên pêşketina aboriyê, ewlekarî, aramî, perwerde û rektorîkên din ji bilî nixumandina vê terorê û komkujiyê nayê ti wateyê.

Bi rêya PDK’ê DAIŞ jinûve anîn

Encameke din a lihevkirina navbera AKP-MHP-PDK û hikumeta Iraqê, li herêma Behdînanê tê dîtin. Li vê derê bermahiyên DAÎŞ'ê û çeteyên cîhadîst ên radîkal di bin sîwana artêşa Tirk a dagirker de li Behdînanê hatine bicihkirin û bi hêsanî tevdigerin. Rojên dawî dîmenên van çeteyan di çapemeniyê de hatin weşandin. Ev çeteyên ku di encama têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, Pêşmerge û artêşa Iraqê û bi dayina berdêlên giran ji Kurdistan û Iraqê hatin paqijkirin, niha weke encameke vê lihevkirina navbera hikumeta Iraqê û Tirkiyeyê bi rengekî fermî li Kurdistanê û Iraqê têne vegerandin. Hikumeta Iraqê bi vê lihevkirinê re jinûve zindîkirina DAÎŞ'ê û bicihkirina li Iraqê û Kurdistanê rewa kiriye. Tirkiye zêdeyî 10 sal in bi rêya DAÎŞ'ê û komên çete yên mîna wê terorê li gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî li gelê Kurd dike, van çeteyan ji bo planên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne. Ji Azerbaycanê û Ermenistanê heta bi Lîbya, Sûdan, Somalî û Cezayîrê, ji wir jî heta bi kolanên Parîs û Berlînê ev çete bi kar aniye. Çeteyên DAÎŞ'ê bi rêya PDK û Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê, li deverên stratejîk ên Kurdistanê hatine bicihkirin. DAÎŞ'ê piştî ku bi PDK'ê re li hev kir, kete Şengalê. Ti garantî nîne ku tiştên DAÎŞ'ê li xelkê Şengalê kir li xelkê Dihok, Zaxo û Amediyê neke. 

Lihevkirina bi Erdogan re

Lihevkirina bi DAIŞ’ê re ye

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa ku li dijî terora DAÎŞ'ê ya ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê werdigire li refên herî pêş şer kirin, hebûna gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî hebûna gelê Kurd parastin, niha jî li dijî êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên Tirkiyeyê bi piştgiriya DAÎŞ'ê, li gel hemû zor û zehmetiyan li refên herî pêş bi rengekî dîrokî û destanî li ber xwe didin. Girêdayî vê yekê di vê têkoşîna pîroz de em bang li gelên Iraqê û bi taybet jî gel, ciwan, jin û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî li têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û tevlî bibin. Em bang li hikûmeta Iraqê, serok û partiyên wê siyasî dikin ku lihevkirina li gel Recep Tayîp Erdogan tê wateya lihevkirina li gel DAÎŞ’ê û ev yek teqez berovajî berjewendiyên gel û dewleta Iraqê ye. Planên dîktatorê faşîst Erdogan ne bi stûxwarkirin û rewakirinê, wê bi têkoşînê werin pûçkirin. Betalkirina peymana bi dewleta Tirk re wê di çarçoveya berjewendiyên hikûmeta Iraqê de be û wê zirar û talûkeyên ku di paşerojê de derkevin holê, berteraf bike."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.