• Tiştekî pirr zelal e ku Iraq ji 2003´yan û vir ve ne welatekî navendî ye. Gava em qala pirsa serweriyê jî bikin, muheqeq tiştek nîne ku bi qasî misqalekê ji bo Iraqê em qayîl bin. 

Tiştekî pirr zelal e ku Iraq ji 2003´yan û vir ve ne welatekî navendî ye. Gava em qala pirsa serweriyê jî bikin, muheqeq tiştek nîne ku bi qasî misqalekê ji bo Iraqê em qayîl bin. Niha siyaset li vî welatî bûye kesabet û ticareteke qirêj ku bala xwe dide her tiştî, ji bilî millet û daxwazên gel. Hilbijartina 10´ê Cotmeha 2021´ê, bi rastî ne girîng e ku em li ser bisekinin. 

Ez bawer dikim ku li tevahiya Iraqê yek partiya siyasî, yek grûp a olî, mezhebî û etnîk jî tineye ku dilxwazê xelk û gelên Iraqê be, dilxwazê wan koman be ku ew li ser navên wan çêbûne. Li navmala Şîa ya ku bi pirraniya serjimara Iraqê pêk tîne, çendîn partî û grûpên cuda hene ku her yekî girêdayî dewlet û siyasetekê ne. Tenê bi gel û xelkên xwe re nînin. Rewşa navmala Sunî ji ya Şîa baştir nîne. Rewşa Kurdên Iraqê jî piştî 30 salan tecrûbeya xweseriyê û xwerêveberiyê ya partîyên siyasî û malbatî, ti carî ji rewşa Erebên Sunî û Şîa baştir nîbûye. 

Di vê hilbijartinê de, skandalên mezin çêbûn, weke nimûne, namzeteke xirîstiyan a ku beriya bi sê mehan wefat kiribû, bi 24000 dengên welatiyên Iraqê bûye parlamenter. Namzetekî bi nav û deng jî tenê 2 deng erê 2 deng tenê standine. Yanî tenê 2 merivan dengê xwe daye wî; belkî wî bi xwe û hevjîna wî. 

Em dev ji vê yekê berdin ku % 78´ê xelkê Iraqê dengê xwe bi kar neaniye û hilbijartin boykot kiriye. Ji 25 million kesên xwedî mafê dengdanê, tenê 8.8 million kesan ji bo dengdanê navên xwe qeyd kiriye. Ji van 8.8 miliyonan jî, tenê % 42´yan dengê xwe bi kar aiye. Ji vê % 42´yê jî, rêjeyeke bilind dengê xwe şewitandiye yanî kiriye ku betal bê hesibandin. Yani dengê xwe nedaye ti partî û grupê. Gelo maneya vê çi ye?

Niha ku encamên hilbijartinê diyar dibin, pirraniya wan hêzên ku girêdayî Îranê ne, dengên wan pirr kêm e. Ewên ku alîgirê dewleta Tirk û dewletên Ereb yên Kendavê ne, dengê wan zêde bûye. Lîsteyên, Malîkî û Abadî û Hakim (Şîa) û Usame Nucêfî (Sunî) û YNK û Komele (Kurd) dengên xwe kêm kirine. Listeyên, Sedr (Şîa) û Helbusî û Xencer (Sunî) û KDP û Yekgirtû (Kurd) dengên xwe zêde kirine. 

Lîsteyên Turkman û Xirîstiyanan jî ku Kota ya wan heye, bi awayekî ne normal derketiye holê. Dibêjin ku ew makîneya ku deng jimartine li Yekîtiya Îmaratên Ereb bûye. Yani heger deng li Îranê bihatana hejimartin, encam muheqeq wê cuda bûna. Lê pirs ev e; çima deng li Iraqê nehatine hejimartin?

Niha dîsa Iraq li ser duriyanekê ye, rêya wê ber bi du aliyan ve diçe. Yan dîsa bi darê zorê serokwezîr û kabineyeke ji kartonê wê li ser Iraqê bê ferzkirin, yan jî Iraq ji hev de dikeve, hildiweşe û herî kem dibe du herêm: Yeke Sunî û yeke Şîa. Kurd jî di nav Iraqê de wekî her car, di nav kaosê, tevlîhevîyan û bêînîsiyatîfiya xwe de dijîn. Partiyên Kurdan û bi taybetî PDK û YNK, wekî her car, xwe didin destê qedera nadiyar û dibin paşkoyên dewletên dagirker ên li derdora Kurdistanê.