Hilbijartin jî çû!

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 2 Adar 2023 - 00:26

Di vê salê de ango sala 2023'an gelek plan û projeyên dewleta Tirk hebûn. Wan digot ewê sala 2023'an qirkirina Kurdan temam bikin. Hem salvegera peymana Lozanê ye, hem jî salvegera avakirina komara Tirk e. Ji bo vê yekê jî Erdogan gelek amadekarî kiribûn. Di vê salê de wê çûbana hilbijartinê. Hê beriya bi çend rojan de bû ku Erdogan digot ewê di 14'ê Gulanê de hilbijartinê pêk bînin. Lê di 6'ê Sibatê de erdheja ku li Mereş, Semsûr û Hatayê çêbû planên wî xera kirin. Erdhejek ew çend mezin bû ku bandor li milyonan kesî kir. Bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê hilweşiyan. Di encamê de deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, sed hezaran birîndar bûn û milyonan kes jî li derve man.

Erdogan li şûna ku li wê karesatê bifikire, dîsa jî bala wî li hilbijartinê bû. Bi ti awayî nehat dîtin ku dewletê alîkarî li xelkê kir. Bi fermana Erdogan milyonan kes ji mirinê re berdan. Destûr nehat dayîn ku kesên di bin xirbeyan de werin rizgarkirin. Erdogan ji ber erdhejê gelekî hêrs bû. Hêrsa wî ne mirina mirovan bû. Hêrsa wî ew bû ku beriya hilbijartinê erdhej pêk hat. Lê dîsa jî ji bo ku karesata erdhejê bi kar bîne kete nava tevgerê. Yekser rewşa awarte ragihand û dest li rewşê werda. Alîkariyên ji bo mexdûran hatibûn komkirin desteser kirin. Li aliyekî destûr nedan xelkê alîkariyan bikin, li aliyê din wan bi xwe jî alîkariya kesî nekir. Di vê erdhejê de cara pêşî ewqasî piştevaniyeke mezin çêbû. Ji welatên Ewrûpayê jî gelek pere ji dewleta Tirk re hatin şandin. Wekî din bi sedan TIR alîkarî şandin Tirkiyê. Lê mixabin Erdogan ew pere xistin bêrîka xwe û alîkarî jî dan saziyên xwe.

Saziyên dewletê li şûna ku alîkariyê bikin, ew alîkarî bi pereyan firotin. Wekî din eger alîkarî hatibe kirin jî li alîgirên xwe û ji peyayên dewletê re belav kirin. Vê erdhejê li her kesî xist, lê dewleta Tirk alîkariya her kesî nekir. Tenê ji bo şova xwe bike alîkarî da çend kesan. Dema ku xebatên rizgarkirinê dihat kirin jî şov dikir. Wekî ku xelkê rizgar dike tevdigeriya. Lê derdê wan ne rizgarkirina mirovan bû. Li wan deverên ku erd hejiya li hesabê Erdogan dihat. Li wan deveran Kurd, Elewî û Ereb hebûn. Li wan deveran penaberên ji Sûrî hebûn. Lewma jî çiqas bimrin ewqasî li hesabê wan dihat. Ji bo vê yekê jî alîkarî neşandin û ew rizgar nekirin. Dewleta Tirk ku bi sed hezaran eskerên wê heye nexist nava tevgerê. Di qanûna Tirkiyê de ji bo rewşa karesatê seferberî heye. Lê dewleta Tirk seferberî ranegihand. Deh hezaran kes mirin, milyonan kesî bê cih û war man, lê dîsa jî seferberî ranegihandin. Eger di rewşeke wiha de nekevin nava seferberiyê, wê kengî têkevin nava tevgerê ? 

Li Tirkiyê nerazîbûnek zêde li dijî vê desthilatdariya faşîst heye. Êdî ji her qadê, ji her beşa civakê nerazîbûn xuya dike. Lê rêxistinkirina van nerazîbûnan girîng e. Eger muxalefeteke rast hebûya, wê Erdogan û Bahçelî nekarîbûna ser piyan bimana. Lê ji Kiliçdaroglû heta ew partiyên maseya şeş kesî helwestekê nîşan nadin. Ji bo têkbirina vê desthilatdariya faşîst nakevin nava tevgerê. Tenê HDP û pêkhateyên wê nerazîbûna xwe nîşan didin. Eger îro Erdogan nakeve û li ser piyan disekine, sedema wê jî ji ber nebûna muxalefeteke cidî ye. Ji karesateke ew çend giran û mirina deh hezaran kesî ev desthilatdarî berpirsiyar e. Em dibêjin deh hezaran, lê dibe ku ev hejmar sed hezaran be. Di encamê de komkujiyek mezin çêbû û di şevekê de ewqas kes mirin. Li Tirkiyê divê rojeva sereke xistina vê desthilatdariya faşîst be. Heta ku ev desthilatdarî hebe wê her tim erd biheje û mirov canê xwe ji dest bidin. Divê ew kesên li Tirkiyê van rojan ji bîr neke. Eger hilbijartinek pêk were jî bersiva xwe bide Erdogan. Yên ku bûne sedema mirovan divê careke din neyên hilbijartin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.