Erdhejzede: Em li vir dirizin

Pêncşem 6 Sibat 2025 - 02:40

Di ser erdhejên 6’ê Sibatê de du sal derbas bû lê hîna gel di konteyniran de dijîn. Jinên li Pazarcixê derbarê erdhejê de axivîn û gotin hewl didin ku di vê konteynerên biçûk de bijîn.

Di ser erdhejê navenda wê Mereş ya di 6’ê Sibata 2023’yan de pêk hat du sal derbas bû. Li navçeya Pazarcixê ya Mereşê 582 avahî ilweşiyan û serokomar daxuyand ku wê di salekê de avahî bên teslîmikrin. Lê ev soz nehat cih. Di erdhejê de yên di kirê de bûn, di TOKÎ’yan de nebûn xwedî maf û hîna jî mahkumê konteyniran e.

Jinên li Pazarcixê derbarê erdhejê de axivîn û gotin hewl didin ku di vê konteynerên biçûk de bijîn.

Em hewl didin bijîn

Jina bi navê Server Kocaman (47) wiha got: “Me her tişt winda kir. Niha em hewl didin ku di vê konteynerên biçûk de bijîn.”

Em li vir dirizin

Elîf Yaşkiran (65) tiştên ku di konteyniran de dijîn vegot: “Em rezîl û riswa bûne. Em li vir dirizin. Kirê biha ne. Em nikarin debara xwe bikin.”

Em zehmetiyan dikşînin

Fatma Ede (42) jî wiha anî ziman: “Berê em di kirê de bûn. Piştî erdhejê jî maf nedan me. Em anîn van konteyniran û em bêxwedî hiştin. Ez nexweşa epîlepsî me. Em li vir zehmetiyên mezin dikşînin.”

Em terkî vir kirin 

Zeynep Ede (679 jî daxuyakirin ku du sale di konteyniran de dijîn û got: “Keça min nexweşa epîlepsiye.Konteynir tengin. Em nikarin li vir bijîn. Kes alîkariyekê nadin me. Em terkî vir kirin.Derfetê me yê em biçin kirê tuneye. Berê alîkariya kirê didan lê niha ew jî birîn.”

Ev pere wê têrî çi bike?

Melek Yurdakul (80) jî daxuyakirin ku di erdhejê de hemû malbata wê jiyana xwe ji dest dane û bi tena serê xwe di konteynirê de dijî. Melek Yurdakul wiha anî ziman: “Ne zarokên min man ne xwişk û birayên min. Cîran alîkarî didin min. Dewlet 4 hezarî didin min. Dermanên min hene, xwarina min heye. Ev pere wê têrî çi bike?”

JINNEWS/MEREŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.