Bersûc yek bi yek têne berdan

În 27 Sibat 2026 - 03:30

Di ser erdheja 6'ê Sibatê re sê sal derbas bûn, bersûcên girtî têne berdan. Parêzer Naîm Emînoglû anî ziman ku dosya ji 'kêmasiya bi zanebûn' têne birêvebirin, lewma ev yek jî rê li ber girtîmayineke demkurt û cezayên kêm vedike.

Di ser erdheja Sibatê re sê sal derbas bûn. Di nava vê demê de li gel daxuyaniyên ji bo 'pêçandina birînan' û 'bicihanîna edaletê' jî berpirsyar bi xurtî nehatin darizandin, kesî îstifa nekir, muteahîtên dihatin darizandin jî yek bi yek hatin berdan.

Di erdheja 6'ê Sibatê de ku bandor li 11 bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Sûriye, Rojava kir, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê bandor li sed hezaran kesî kir. Di nava sê salên di ser re derbas bûn, di lêpirsînên li Tirkiyeyê de beşeke mezin a muteahîtan hatin berdan, gelek dosya hatin girtin.

Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (OHD) Naîm Emînoglû ku dosyayên erdhejê yên li Hatay, Mereş û gelek bajarên din dişopîne, li ser rewşa darizandinên ji ber erdhejê axivî.

Naîm Emînoglû diyar kir ku darizandinên erdhejê ji sûcdariya kuştina mirov a bi qisûra zanebûn hatin meşandin û vê yekê rê li ber girtina demkurt û berdanê vekir. Naîm Emînoglû got, "Di sûcê kuştina mirov a bi qisûra bi zanebûn de cezayên kêm têne dayin. Dosyayên erdhejê niha bi rengekî nebaş tê meşandin. Mixabin pratîkeke nebaş a Tirkiyeyê heye. Ji destpêkê ve dozgeran dosya ji kuştina bi zanebûn venekirin, ji qisûra bi zanebûn vekirin. Ev yek jî bandoreke yekser li cezayan dike."

Naîm Emînoglû ragihand ku di dozên ji ber zanebûna gengaz de dadgeh ji bo mirina her mirovekî neçar dimîne ku cezayekî cuda bide, lê belê di qisûra bi zanebûn de cezayê giştî dide û got, "Di qisûra bi zanebûn de cezayê herî zêde 22.5 sal in. Eger ji zanebûna bi gengaz bihata darizandin, ji ber mirina her mirovekî wê cezayê cuda bihata birîn."

Di dewama axaftina xwe de Naîm Emînoglû ragihand ku piştî erdhejê rewşeke cidî ya nediyar heye û cenazeyên gelek kesan nehate dîtin.

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.