Nazenîniya bindestan li Londonê bû

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 27 Hezîran 2023 - 03:06

DÎREN DÎCLE ERDEN/LONDON

 

Koroya Jinan Rengîn, hunermend Ahmet Aslan û Dodan ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdheja 6´ê Sibata 2023’yan konserek bi sernavê “Piştgirî nazenîniya bindestan e” li dar xist.

Komeleya Karkerên Koçber a Londonê (Gik-Der) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), di çarçoveya malbatên palpiştên hev de li hola Alexandra Palace ev konser li dar xist. 

Pêşî Koroya Jinan Rengîn a ji 80 kesî, derket ser dikê. Ew di nava SKB´ê de xebatên xwe dimeşîne. Derhênera Koroya Jinan Rengîn Zuhal Yildirim Gok, bi bîr xist ku ew ji erdhejê û vir ve li gelek deverên Londonê muzîkê li kolanan dikin da ku piştgiriyê mezin bikin. Koroyê gelek stran gotin û di dema van stranan de xelkê hazir gelek caran slogana “Jin jiyan azadî” got. 

Li ser navê SKB û GİK-Derê, Bedriye Avcil got, “Ji bo mirovên têkoşîna wan ji bo dinyayeke adiltir e, piştgiriya bi şert nabe. Ji bo ku em mirovan ji fikra desthilatdaran xilas bikin, lazim e em peywendiyeke din bi wan re deynin, bêhtir hewl bidin.” Piştre hunermend Dodan û Ahmet Aslan derketin ser dikê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.