Pirsgirêkên erdhejzedeyan didomin

Çarşem 5 Sibat 2025 - 02:15

Li Meletî ya ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtibû, her çend 2 sal derbas bûn jî  bi taybet pirsgirêka xaniyan gelek pirsgirêk dewam in. Mexdûrên erdhejê jî diyar dikin ku ev 2 sal in tu başbûnek çênebûye û dibêjin Em nikarin di konteynerê de jiyana xwe bidomînin.

Di ser erdheja ku di 6'ê Sibata 2023'an de li navenda Mereşê pêk hat û li 11 bajaran bandora xwe kir re 2 sal derbas bûn. Lê hîna pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. Li gorî daneyên fermî, li Meletî ku yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bi bandor bûye, hezar û 237 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûne. Di erdheja ku bi hezaran avahî û kargeh hilweşiyan de 35 hezar û 891 avahî xera bûn. Ji aliyê din ve bi hezaran kesên ku ji ber erdhejê neçar man li bajarên konteyniran bijîn, ji ber ku malên wan nehatine teslîmkirin, tevî ku 2 sal di ser erdhejê re derbas bûne jî hîna têkoşîna jiyanê didin.

Li bajêr heta niha di warê tenduristiyê de tedbîrên têr nehatine girtin, bijîşk diyar dikin ku ji ber qirêjiya hewayê nexweşiyên sîngê zêde dibin. Der barê mijarê de Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Meletî Cansu Can û jinên mexdûrên erdhejê ji axivîn.

Nexweşî zêde dibin

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Meletî Cansu Can diyar kir ku ev 2 sal in tu başbûnek çênebû û got, Ji ber erdhejê gelek xebatkarên tenduristiyê neçar man ku Meletiyê terk bikin. Hejmara kêm a xebatkarên tenduristiyê bandora neyînî li gihandina gel a tenduristiyê jî kir. Wekî mînak, mirov dikarin mehek şûnde randevûyekê ji bo MR'ê bigirin. Hilweşîn û rakirina kavilan bi awayekî neqanûnî tên kirin û dibin sedema qirêjiya hewayê. Tiştê ku em hilbijêrin, girêdayî me ye. Ji ber ku hîna gelek kes di konteyniran de mane, nexweşiyên epîdemîk jî zêde dibin. Di nexweşiyên kezebê de ji sedî 85 zêdebûn heye. Nexweşiyên kronîk çar qat zêde bûne. Ji bilî wê, hejmara kesên ku serî li beşa nexeşiyên sîngê didin roj bi roj zêde dibe.

Jiyana di konteyniran de

Medîne Dogan ku ji erdhejê xilas bû, diyar kir ku tevî 2 sal di ser erdhejê re derbas bûne jî di konteynirê de dimînin û wiha got “Ez bi şert û mercên xwe ji bo xebatê diçim Meletiyê. Ji ber ku Doganşehîr hê jî pirsgirêkên wê nehatine çareserkirin. Piştî erdhejê em weke malbat belav bûn û her yek ji me neçar ma biçe cihekî. Her yek ji me ji bo ku jêderek debarê ji xwe re bibîne çû cihekî. Ez mecbûr dibim ku biçim Meletî û di dema çûnê de gelek zahmetî dikişînim. Em nikarin di konteynerê de jiyana xwe bidomînin.

Fatma Kubat ku ji erdhejê xilas bû jî got ku ew di hawîrdoreke baş de najîn û got, “Ez kirêdar im. 2 sal in em neçar man di konteynerê de bimînin. Hêj xanî radestî xwediyên xaniyan nehatine kirin, em nizanin dê kengê bidin kirêdaran. Divê bi awayekî wekhev nêzî herkesî bibin.

JINNEWS/MELETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.