‘Konê Sînemayê’ ji bo piçûk û mezinan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 08:14

YUSRA BATIHAN/MA/ELBÎSTAN 

 

Li Elbistana Mereşê mexdûrên erdhejê, li konên bê ceryan li ber xwe didin. Her wiha dilxwazên ku ji gelek bajarên din hatine jî hewl didin birînên mexdûran bicebirînin. Yek ji van jî koma Dilxwazên Karesatê ye ku di roja duduyan a erdhejê de hatiye Elbistanê û alîkariya mexdûrên erdhejê dike. Komê li Elbistanê "Konê Sînemayê" çêkiriye û li vir kêliyekê be jî hewl dide êşa zarok, ciwan û extiyaran sivik bike.  

Ji Dilxwazên Karesatê Alî Çetînsoy wiha peyivî: "Min got heya ez li ber televîzyonê bim, ez bêm vir alîkariya welatiyan bikim." Çetînsoy diyar kir ku fikra ji bo sînemayê jî piştî wextekê li wan peyde bûye û ev tişt anî ziman: "Em li vir her roj bi rojeveke din şiyar dibin. Em bi rojevên wekî şert û mercên hewayê, pêvajoya konebajaran, baran, lehî, rewşa zarokan û cihêkariyên li hemberî koçberan şiyar dibin. Me xwe di nava çandekê de dît ku me pê nizanibû. Paşê me got 'em dikarin ji bo van çi bikin?' Bi vî awayî fikra sînemayê li me peyde bû." 

Çetînsoy da zanîn ku ewilî bi filmên ji bo zarokan dest bi kar kirine, lê piştî hin mexdûrên erdhejê xwestine hin filman temaşe bikin, vê carê dest bi nîşandana filmên cuda jî kirine. Çetînsoy got; "Me koneke qerase çêkir. Konên me yên 30-40 metre hene. Ji bo em hundirê konê germ bikin me sobe danîn. Paşê me bi projeksiyonê dîmen da der. Me pêşî got em ê ji bo zarokan filmên kartonî nîşan bidin, lê paşê me xwe gihand ciwanan û dû re jî mezinan. Me li vir dewleteke kêrnehatî jî dît. Ji lewma jî hin tiştên ku dewletê qet têkilî bi wan re çênekirine bala me kişandin. Ji xwe burokrasiya wan têra vî tiştî nedikir. Ez her sibeh tevî zarokan vê derê vedikim. Em radibin, em çopên çoqlatên ku me berê xwarine berhev dikin, em kursiyên xwe rast dikin û bi filmên kartonî dest bi roja xwe dikin. Paşê em ji bo mezinan filman vedikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.