Kavila li Semsûrê dewam dike

Duşem 3 Sibat 2025 - 02:15

Tevî du sal di ser erdheja ku navenda wê Mereş bû re derbas bû li Semsûrê hîna bandora erdhejê tê dîtin. Jinên li herêma erdhejê jî dan zanîn ew hatine jibîrkirin û tu fêdeya parlamenter û walîyên diherin herêmê, li wan nayê. 

Di ser erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû û bandor li ser 10 bajaran kir de 2 sal derbas bû. Yek ji bajarê ku piştî Mereş û Hatayê herî zêde bi bandor bû Semsûr bû. Xebatên rakirina kavilan hîn domin û hîna gelek kavil nehatine rakirin, avahiyên bi xisar nehatine hilweşandin. Di nava du salan de welatiyên ku hîna nehatine bicihkirin hene û her wiha ji ber xeteriyê mirov bi nexweşiyan re tên rû hev.

Her wiha ji ber bajar ji nû ve tê avakirin, rîska bajarvaniya bêplan jî dertê holê. Jinên Semsûrê têkildarî mijarê axivîn. 

Plana Îmarê 

Nûnera Odeya Endezyarên Înşatê ya TMMOB’ê Îpek Atay wiha dirêjî dayê: “Hilweşîn hîna dodmin. Plana îmarê ya ji bo Semsûrê dê ji aliyê wezaretê ve bihata amadekirin. Lê belê piştî 6 mehan ev pêvajo radestî şaredariyê hat kirin. Rêveberiya Şaredariyê ya berê jî li gorî plansaziya kevin a herêman tevgeriya. Li Semsûrê wêrankirina qadên parastinê hê jî didome. Li aliyekî qatê zemînê + 4 qatî, li aliyê din jî heta 9 qatan avahî wê bên çêkirin, divê pêşî li vê bê girtin.”

Cenaze ji bin kavilan derxist

Zelîha Dogan jî da zanîn ku pêvajoya ewil a erdhejê de di konteyniran de mane û wiha bi lêv kir: “Em di konan de riswa bûn. Min cenazeyên gelek xizmên xwe yên bê can piştî rojan ji bin kavilan derxistin. Parlamenter tên, Walî tên lê me tu fêdeyek wan nedîtin.”

Cihekî em biçin tune ye 

Yildiz Lale jî daxuyakirin ku tevî 2 sal derbas bûye di konteyniran de dijîn û wiha bi lêv kir: “Em jî nizanin çi bikin. Ji ber ku konteynir teng e em zehmetiyan dikişînin. Lê tu cihê ku em herin  tune ye. Di van du salên dawî de me çi dît û çi nedît? Me bi rojan nan nedidît ku em bixwin, me ava vexwarinê nedît.”

Em hatin jibîrkirin

Tulay Karaagaç jî destnîşan kir ku ew di konteynirên 21 metre kare de dimînin û hîna xaniyên wan nehatine teslîmkirin û got: “Em di qonaxeke dijwar de derbas dibin. Pirsgirêkên tenduristiyê hem ji ber piçûkbûna konteynir û hem jî ji ber xwezaya wan a plastîk dest pê kir. Di çend mehên ewil ên erdhejê de mirov hebûn, lê paşê em ji nişka ve hatin jibîrkirin."

JINNEWS/SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.