Ji bo hêviyê huner

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 5 Nîsan 2023 - 05:51

ARAT ARARAT / BIELEFELD

Yekmal, armanc dike ku bi MA Musicê re ya ku navenda wê li Amedê ye, bi rêya huner birînên zarokên mexdûrên erdhejê, bikewîne. Di çarçoveya projeya 2 salan de tê plankirin ku bi xebatên atolyeyên huner û yên cihêreng, şopên trawmayê yên li ser zarokan sivik bibin.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Komeleya Yekîtiya Malbatên Kurdistanî yên li Elmanyayê YEKMAL’ê xebatek ji bo hewara zarokên mexdûrên erdhejê da destpêkirin. Seroka Yekmalê Gunay Darici derbarê kampanyayê got, ew vê kampanyaya ji bo zarokan, gelekî girîng dibînin û bi van gotinan pêvajoya destpêkirinê ya kampanyayê vegot; "Me ji ser platformên dijîtal, bi tevlîbûna hevalên ji Amed, Batman, Semsûr û wekî din civînek li dar xist. Di encama civînê de em gihiştin wê encamê ku ji bo em karibin trawmaya ku vê felaketê li ser zarokan çêkiriye, sivik bikin, divê em alîkar bin. Me biryar da ku em vê xebatê li gel saziya Ma Music Centerê ya li Amedê re, bi hev re bikin." Darici destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya vê projeyê de xwe bigîhînin zarokên, erdhejê bandor li wan kiriye, û bi rêya huner piştgiriya psîkososyal pêşkêş bikin. 

Li 50 navendan 2 hezar zarok

Gunay Darici da zanîn ku vê gavê ew kampanyaya piştigiriya madî ya ji bo herêmên erdhejê dimeşînin û derbarê kampanyaya ‘Ji Bo Hêviyê Huner’ de got, "Bi vê projeyê em hedef dikin ku xwe bigîhînin 2 hezar zarokan. Li 50 deverên şên ên weke gund, navçe û bajaran, em ê hewl bidin xwe bigîhînin zarokan. Li ser rêbazên ka baştir çawa mirov alîkariyê bi zarokan bike, wê xebat bên meşandin. Ji bo projeyê pêdivî bi 5 otobusên mezin heye. Weke YEKMALê ji bo ev otobus veguherin cihên xebata pedagojîk û hunerî ya ji bo zarokan ên seyar, em ê piştigiriyê bidin."

Darici da zanîn ku xebatên projeyê 17´ê Adarê dest pê kirine û got, "Me kampanya bi semînereke di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd de li Berlînê de destpê kir. Bi navê Ma Musicê Şêrko Amed online tevlî semînerê bû û pêşkêşiyek kir. Di ser medya dijîtal û di ser çapemeniyê re em bang dikin da ku gelê me piştgiriyê bide." 

Li 11 bajaran 2 salan

Rêveber û hunermendê Ma Music Centerê Şêrko Amed jî got, "Em bi Projeya Gerok Ma hewl didin bi rengekî mobîl xwe bigîhînin zarokên li bajar, navçe û gundên ku erdhejê bandor li wan kiriye. Bi gotineke din, em dikarin bibêjin, rêyeke hevaltiya zarokan e. Atolye wê di nav otobusan de li meydanên gundan, li sikakan yan jî konan pêk bê. Proje wê bi giştî li 11 bajarên ku erdhejê bandor li wan kiriye, herî kêm 2 salan dewam bike."

Şêrko Amed da zanîn ku ji bo proje destpê bike pêdivî bi otobusên veguherîne karavanan heye: "Halê hazir 2 otobus ber bi temambûnê ve ne. Ji bo yên din pêdivî bi piştgiriyê heye. Otobus wê bi gelek tiştên weke textê bi aqil, cîhaza projeksiyonê, perdeya sînemayê û piyanoya dijîtal were birêkûpêk kirin. Bi taybetî xelkê me yê li Ewrûpa û dostên me yên li wir, divê hertim piştgiriyê bikin. Li her malekê dikarin kumbarayeke Gerok Ma çêbikin, rojane pereyê qehweyekê bavêjin wê kumbarayê û piştgiriyê bidin zarokan. Ger em hesab bikin li her malê kumbarayeke Gerok Ma heye, ti sebep tineye ku ev proje birêve neçe."

Di vê di her şertî de huner bigîhê zarokan

Amed bi van gotinan wateya kampanyayê ya ji bo wan vegot;’’Bi vê projeyê re em ê bigîhên hîn zêdetir zarokan, bi atolyeyên hunerî, wê bikarin vê pêvajoya trawmatîk bi rehetî derbas bikin, bi hevaltiyên bi zarokan re em ê bikartin alîkar bin da ku vê trawmayê ji ser xwe bavêjin. Em bawer dikin ku divê xebatên hunerî nesekinin. Qiyamet jî rabibe, divê huner nesekine. Divê huner di her şertekî de bigîhê zarokan. Ji ber vê em kampanyaya xwe girîng dibînin. Em ê bibînin ku ev piştgirî çiqasî hêzê dide me. Ji bo çi şûna 2’an 5 an jî 10 otobusên Gerok Ma nebin?’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.