Em divê bibin star

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 25 Adar 2023 - 03:35

  • Hevserokê Navenda Çandê ya Bazarcixê ya Mainzê Azîz Uspak got, ji bo mexdûran tişte herî zêde lazim konteynir in.

REWŞAN DENIZ / MAINZ

Piştî erdheja li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyê li Ewrûpa gelek sazî xebatên piştgiriyê dimeşînin. Navenda Çandê ya Bazarcix a Mainzê li gel siyasetvanên Elman û rêxistinên sivîl, xebatên demdirêj dike. Hevserok Azîz Uspa destnîşan kir ku gelek malbatên erhejzedeyan li Ewrûpayê ne û got; "Ger herkesek xwedî li derdora xwe derkeve, wê xebatên saziyan hîn xurt û bi lez bin."

Hevserokê Navenda Çandê ya Bazarcixê ya Mainzê Azîz Uspak da zanîn ku di rojên destpêkê de bi heyeteke 5 kesan dermanên esasî dabîn kirine û got; “Dermanên weke şirûba daxistina heraretê, êşbirr û dermanên li dijî navçûnê me yek bi yek kom kirin û bikaranîna wan ji malbatan re vegot û da wan. Li konê şaredariya Silopiyê yê ku rojê 3 dan xwarin dida, li gel saziyên li herêma erdhejê bi hev re xebitîn, pêdiviyên xurekê yên erdhejzedeyan bi koordîneyeke bilind û bi rengekî disîplîn me meşand.”

Uspak da zanîn ku wan li gel xwe ji bo zarokan pêlîstik jî birine û hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Kêliyekê be jî kenandina rûyê zarokan gelekî xweş bû.”

Sazî hevpar bûn

Uspak diyar kir ku tiştên li gundên Sogutlu, Bozdag, Davutlar û Çigilê dîtine, ji bo yên vir ragihandine û got;’’Em li gel gelek ciwanên Mainzê û derdora wê hatin ba hev û me çawaniya xebateke bi koordîne nîqaş kir. Berê girseya me ji saziyên me qut bûn. Piştî vê felaketa xerab, ev hevdîtin û alîkariya aktîf, veguherî platformeke xebatê ya bi sazî ku dikare piştgiriyê bike.’’ Uspa di serî de ciwan, bang li herkesî kir ku li saziyan roleke aktîf bibînin.

Em ê tespîtên rojane bikin

Uspak diyar kir ku ew hewl didin li gel rêxistinên civaka sivîl bi hev re kar dikin da ku pêdiviyên erdhejzedeyan tespît bikin û got;’’Em ê xebateke demdirêj bikin. Ne tenê malbat, em dixwazin xwe bigîhînin zarokên ku bê kes mane. Em li gel kes û rêxistinên civakî yên li Elmanya û Bazarcixê dixwazin tevlî xebatan bibin, di nava diyalogê de ne. Ji bo ev yek hîn berhemdar be, wê her 3-4 hefteyan carekê heyetek ji saziya me biçe herêma erdhejê û ew ê tespîtên rojane bikin.’’

Em hevdîtinên dîplomatîk dikin

Uspak da zanîn ku ew li gel siyasetmedarên Elman di nav diyalogê de ne û got; “Şaredarê Bajarê Mezin û Wezîrên Eyaletan, li gel nûnerên partiyan, me biryar da ku bi hev re birînên erdhejê bipêçin. Hevdîtina me ya bi Wezîrê Eyaletê re, yekser ji Berlînê re hate ragihandin û Wezaretên Têkîliyên Derve û Têkîliyên Hundir çûn Bazarcixê. Ev yek ji bo me cihê serbilindiyê ye.”

26’ê Adarê konsera piştgiriyê

Uspak got, “Me li gel şaredarê Mainzê yê berê Gunter Beck re hevdîtin kir. Ji bo piştgiriya projeya Konteynir wê di 26’ê mehê de li Mainzê konsereke piştgiriyê pêk bê. Serokê Şaredariya Mainzê Nino Haase jî di roja hilbijartinê de tevlî bibîranîna qurbaniyên erdhejê bû û piştgiriya da.”

Uspak got, ew li gel Navenda Çandê ya Elewî ya Gustavsburg, Navenda Çandê ya Elewî ya Mainzê û Komeleyên Dêrsimê bi hev re xebatên xwe dimeşînin.

Uspak got, bi lezgînî pêdiviya erdhejzedeyan bi av, tuwalet, madeyên hîjyenê û derfetên starê heye: “Baranê dest pê kir, malbatên bêmal bêhtir mexdûr bûn. Meseleya starê bi lezgînî bi konteyniran dikarin bê çareserkirin. Tiştekî din ê lezgîn jî piştgiriya madî ya bi sîstem e. Heger her kes xwedî li derdora xwe derkeve, wê xebatên saziyan xurttir û lezgîntir bibin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.